Êrîşkar bombe bi sebze veşartine

Êrîşkar bombe bi sebze veşartine

Hate hînbûn ku kesê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê kiriye, ji bo ku bombe neyên dîtin, tije ser sebze kiriye. Di teqîna ku li ser rê korek nêzî 2 metreyan pêk anî de wesayît li gel êrîşkar perçe peçe bûye. Her wiha çend dikanên li derdorê hilweşiyan û gelek wesayîtên di rê de derbas dibûn jî zirar dîtin. Di vê navberê de pevçûnên li Serêkaniyê jî dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji cihê bûyerê girtine, saet derdora 11.00’an de li dijî benda Asayîşê ya li gundê Zexîre ku li pêşiya cihê şuştina wesayîtan e û di navbera Girkê Legê û Çelaxa de ye, êrîşek bombeyî pêk hat. Hate ragihadin ku êrîş bi wesayitek bombebarkirî ya bi marqeya Hundaî pêk hat. Di encama teqînê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger ên jin ku alîkariya Asayîşê dikirin û welatiyekê ku di dema teqînê de di wir de derbaz dibû jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 endamên asayîşê û xwediyê cihê şuştina wesayîtan jî birîndar bûn.

Dema nasname kontrol dikirin teqîn pêk hat

Hat ragihandin ku teqîn li benda kontrolê pêk hatiye û got di dema teqînê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger, nasnameya welatiyekê li ser motor kontrol dikirin û di encama teqînê de hersêyan jiyana xwe ji dest daye.

Êrîşkar û wesayît perçe perçe bûn

Hate ragihandin ku ji ber teqînê li ser rê korek ku nêzî metreyek û nîvan kûr û nêzî 3 metreyan jî fireh e, pêk hatiye û wesayîta di êrîşê de hatiye bikaranîn perçe peçe bûye. Her wiha êrîşkar jî ji ber ku perçe bûye nasnameya wî nehat hînbûn. 

Ji ber teqînê avahiya cihê şuştina wesayîtan û çend dikanên li derdorê jî bi temamî hilweşiyan. Dîsa 9 wesayîtên ku di rê de derbas dibûn jî zirarek mezin dîtin.

Hate hînbûn ku êrîşkar ji bo ku bombeyên di wesayîtê de hatine bikaranîn neyên ferqkirin, ser wan bi sebzeyan hatine girtin û bi vî rengî hatine veşartin.

Di vê navberê de, pevçûnên ku li ser rêya di navbera Hesekê û Serêkaniyê de piştê êrîşên Eniya El-Nusra destpê kiribûn didomin. Êrîşkarên ku li vir gelek windahî dan, vê carê ji aliyê Tel Xelef ve 4 topên hawanê avêtin Deriyê Sînor.

Komeke Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra şevê din saet derdora 12.00’an de li nêzî gundê Mişrafa yê di navbera Hesekê û Serêkaniyê de ye û 4 kîlometre dikeve başûrê Serêkaniyê, êrîşî benda YPG’ê kirin. Hate ragihandina ku êrîş bi tangê pêk hatiye û di encamê de 2 şervanên YPG’ê û 2 endamên Asayîşê jiyana xwe jidest dane.

Piştî êrîşê di navbera Eniya El-Nusra û hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate ragihadin ku di pevçûnan de 41 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 2 wesayîtên doçka jî hatin ruxandin. Komên êrîşkar ku li vir windahiyên mezin dan, vê carê li aliyê Tel Xelef 4 topên hawanê avêtin Deriyê Sînor ê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de. Di encama êrîşê de 4 şervanên YPG’ê birîndar bûn. Hate ragihandin ku topek hawanê jî li aliyê Bakûr ketiye. Pevçûnên li herêmê didomin.