Êrîşên li ser Rojava ji heman navendan têne birêvebirin

Êrîşên li ser Rojava ji heman navendan têne birêvebirin

Di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê statuyek hatiye bidestxistin û îradeya derketiye holê di qada navnetewî de hatiye qebûlkirin, êrîşên komên çekdar ên li ser herêmên Kurdan zêde dibin. Çavkaniyên siyasî bal kişandin ku êrîşên herî dawî li Amudê pêk hatin, ji heman navendan têne birêvebirin û armanca wan jî têkbirina îradeya siyasî ya li Rojava derketiye holê ye.

Aliyê veşartî yê bûyer û êrîşên li Amûdê zelal dibe. Ev demeke çend kesên ku navê Tensîqriyat li xwe dikin û yên girêdayî hinek partiyên ku di nava Encumena Niştimaniya Kurdên Sûriyeyê de cih digirin, bi daxuyaniyan didan diyarkirin ku kesên ev demeke ji aliyê asayîşa Rojavaya Kurdistanê ve bi tawanbariya bazirganiya heşîşê hatibûn girtin, çalakvanên siyasî ne û dixwazin ku bêne berdan.

Ev derdorên ku her roj aloziyan derdixin û bi rêya hinek malperan digotin ew bi vî rengî ranawestin, şevê din êrîşên çekdar pêk anîn. Dema yekîneya YPG’ê ya ku ji operasyona rizgarkirina rêya Dirbêsiyê û Hesekê vedigeriya, li nava bajêr rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşa koma bi navê 313’an a ku hemû alîkariya xwe ji Tirkiyeyê digire jî di nav de bû de, şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo yê bi nasnav Sabrî Gulo jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bi alîkariya YPG’ê ji bo ewlekariya herêmê ket nave tevgerê.

BÛYER ÇAWA ÇÊBÛ?

Ev demeke ji bo kesên ku bi bazirganiya heşîşê tên tawanbarkirin, li bajarê Amûdê çalakiyên rêgirtin, konvegirtin û herî dawî jî greva birçibûnê hebûn. Lê ev çalakî bi hişyariya Asayîşa Amûdê bi aramî dewam dikir. Duh êvarê ev rewş veguherî pevçûnan. Dema ku yekîneyeke YPG’ê ji rizgarkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê vedigeriya û di nava Amûdê re derbas dibû, rastî komekî hat. Vê komê dema ku yekîneya YGP’ê dixwest derbas bibe, bi keviran êrîş pêk anî. Li ser vê yekê, yekîneya YPG’ê xwest ji herêmê dûr bikeve, lê bi rengekî tevgerkirî hinek kesên di nava koma êrîşkar de bûn, bi çekan êrîşî yekîneya YPG’ê kirin û di encam de şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo jiyana xwe ji dest da û 4 şervan jî birîndar bûn.

LI PIŞT BÛYERÊ KÎ HEYE?

Çavkaniyeke nêzî YPG’ê diyar kir ku di belgeyên di şerê Hesekê de ketine deste wan de xuya bûye ku hêzek nû li herêmê heye, ev hêz xwe bi navê Sewaeq Rehman bi nav dike û alîkariya xwe ji Tirkiye, PDK’ê û hinek beşên Artêşa Azad digire. Sewaeq Rehman xwe wek “Îslama nerm” dide nasîn, li aliyekî xwe wekî hêzek îdeolojîk tevger dike, li aliyê din jî hêza xwe ya leşkerî xurt dike. Çavkanî da zanîn ku di nava vê hêzê de hinek Tirk jî hene û nasnameya Ridvan Ertaş yê ji Sêrtê di şerê dawî yê Hesekê de ketiye deste wan. Çavkanî destnîşan kir ku di nava endamên heman komê de hinek Kurd jî hene. Her wiha koma bi navê Lîwa 313 jî beşek ji vê hêzê ye û ji heman navendê tê birêvebirin.

ÇIMA YEKÎNEYA JI ŞERÊ HESEKÊ VEDIGERIYA HEDEF GIRTIN?

Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku bi zanebûn pêşiya yekîneya ji şerê Hesekê vedigeriya hatiye girtin û komên ku çalakvanên xwe wek demokrat didin nasîn, ev demeke li bajarê Amûdê tevlîheviyan çêdikin. Çavkaniyan destnîşan kirin tevgera rewa ya gelê Kurd bi alîkariya rejîma Sûriyeyê tawanbar dikin, lewma ev yekîneya YPG’ê hedef girtiye. Çavkaniyan ev êrîşên koma çete ya Lîwaya 313 ku bi Cephed El-Nusra û Sewaeq Rehman re girêdayi ye, weke tolhildana serketina rizgarkirina rêya Dirbêsiyê–Hesekê bi nav dikin. Heman çavkaniyan anîn ziman ku ev derdor li bajêr li ser navê çalakiyên demokratîk çalakiyan pêk tînin, bi dirûşmayên xwe banga hatina Cephed El-Nusra dikin ku bê bajarê Amûdê.

ÇI KARE CEPHET EL-NÛSRA Û LÎWA 313 LI AMÛDÊ HEYE?

Kesên girêdayî partiyên Kurd ên bi navê El-Partî,  her du partiyên Azadî û Yekîtî ku xwe weke Tensîqrîyat (hevrêz) binav dikin, ev demeke li bajarê Amûdê her roja înê meşan li dar dixin û bang li Cephed El-Nûsra û Artêşa Azad, her wiha ketîbên wê yên weke Lîwa 313 ku ji aliyê dewleta Tirkiye ve hatine perwerde kirin dikin ku bêne Amûdê. Çavkaniyên herêmê didin diyarkirin ku bajarê Amûdê ji deste rejîma Baas hatiye rizgarkirin û gelê Kurd bi hemû saziyên xwe rêveberiya bajarê Amûdê dike û vê pirsê dikin; “Çi karê Cephed El-Nusra û Lîwa 313 li bajarê me heye?”

AMBULANSÊN TIRKIYEYÊ BERÎ BÛYERAN LI SER SÎNOR AMADE BÛN!

Asayîşa Amûdê diyar kir ku di pevçûnan 4 endamên komên çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku komên çete birîndarên xwe birine sînorê Tirkiyeyê û bi ambulansên ku li wir disekinin derbasî aliyê din ê sînor kirine.  Çavkaniyên herêmê dan diyarkirin ku ambulans berî bûyeran li ser sînor hatibûn amadekirin.

EBDULBASÎT SEYDA SOR KIRIBÛN

Li aliyê din Serokê berê yê Encumenî Niştîmanî Sûriye ku navenda wê li Tirkiyeyê ye Ebdulbasît Seyda jî roja berê li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek ji bo heman koman weşandibû û gotibû ku ew piştgiriyê didin çalakiyên wan.

NAVENDA ALOZIYAN YEK E!

Di 20’ê Gulanê de Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hate girtin û rayedarên hikûmetê ev pêkanîn bi armanca ku zextan bidin ser partiyên Kurd (PYD)  kirin. Lê di daxuyaniya PDK’ê de jî diyar dibû ku armanc ne partiyên Kurd e, îradeya gelê Rojavaya Kurdistanê ye. Li aliyê din di 25’ê Gulanê de di encama komployekê de êrîşa li ser Efrînê destpê kir. Di heman demê de li Til Temir, Serêkaniyê, Hesekê û Kobanê êrîş hatin despêkirin. YPG’ê ev êrîşên li ser Kurdan weke komployekê binav kir û da diyarkirin navendan van êrîşan yek e, destên Tirkiye, PDK û hêzên li gorî wan tevdigerin di nav de heye. Herî dawiyê di pevçûnên li ser rêya Hesekê û Dirbêsiyê de ji nava tiştên ku li ser komên çete hatine girtin, nasnameya kesê bi navê Ridvan Ertaş ê ji bajarê Sêrtê hatibû bidestxistin.

ARMANCA ÊRÎŞAN XETA KURDAN A SÊYEM E

Çavkaniyên siyasî balê dikişînin ku, armanca van êrîşan ew e ku rewabûn û pejirandina Rojavaya Kurdistan li qala navdewletî bê têkbirin. Her wiha tê xwestin ku bi van êrîşan serketina Desteya Bilind a Kurd a dîplomasiyê vala bê derxistin. Di demeke Desteya Bilind a Kurd amadekariyên xwe yên beşdarbûna civîna Cenevreyê dike û ji aliyê dewletan tê qebûlkirin, her wiha li Rojavaya Kurdistanê statuyek çêdibe de, komplo û êrîşên wiha pêk tên. Çavkaniyên siyasî van bûyeran hemûyan, weke hewldanên rêvekirina destwerdanek derve ya li ser Rojavaya Kurdistanê dinirxînin.