Êrîşa polîsan li Geverê hat şermezarkirin
Êrîşa polîsan li Geverê hat şermezarkirin
Êrîşa polîsan li Geverê hat şermezarkirin
Li Geverê êrîşa polîsan a li hemberî welatiyan ji aliyê hezaran kesan ve bi meşek girseyî hat şermezarkirin.
Bi hezaran kesên ku di pêşengiya HDP û DBP'ê de li Geverê kom bûn, bi boneya êrîşa tîmên taybet a li dijî Navenda Kargeriya Orientê şermezar bikin meşek girseyî pêk anîn.
Bi hezaran kesên ku li ber avahiya DBP'ê ya Geverê kom bûn, bi tevlîbûna endam û rêveberên DBP û HDP'ê û dirûşmên "Polîsên AKP'ê ji Geverê bicehemin", "Polîsên AKP'ê wê hesab bidin" û "Bijî Serok Apo" gotin. Welatî destpêkê çûn Terqarê Girtîgeha Berê û piştre heta Otela Oslo meşiyan.
Piştî meşê li ser navê girseyê Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerafettin Dede, êrîşa polîsan şermezar kir û xwest her kes hişê xwe bide serê xwe. Dede, da zanîn ku ew ê heta dawî li Kobanê bin û piştgiriyê bidin Kobanê.