Êrîşa li dijî YPG’ê hate şermezarkirin
Êrîşa li dijî YPG’ê hate şermezarkirin
Êrîşa li dijî YPG’ê hate şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li Serêkaniyê û Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete ya li ser yekîneya YPG’ê li Amûdê meş lidar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger , li Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina êrîşa komên çete ya li ser yekîneya YPG᾿ê li Amûdê pêk hatibû û di encamê de şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo jiyana xwe jidest da, meşiyan. Meş bi beşdariya sedan ciwan û endamên sazî , rêxistinên siyasî û civakî duh êvarê ji ber mala gel bi rêzgirtinê destpê kir. Welatiyên ku bê navber sloganên piştgiriya bi YPG᾿ê re qîr kirin heta Meydana Şehîd Serhed a li ser riya Dirbêsiyê meşiyan. Di meşê de pankartên ku piştgiriya bi YPG᾿ê re û komên çete şermezar dikin hatibûn vekirin. Her wiha posterê şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo jî hatibû vekirin.
Meşa ku li meydana Şehîd Serhed bi dawî bû veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Pakrewan Hawar axivî û êrîşên li Amûdê şermezar kir. Her wiha Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xelîl Osman, Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên Îsa, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Izedîn Cemîl û endamê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Mesûd Hiso axivîn. Di axaftinan de piştgiriya bi YPG᾿ê re hate nîşan dan û êrîşa Amûdê ya li ser şervanên YPG᾿ê hate şermezarkirin.
Li bajarê Hesekê jî bi hezaran kes tevlî meşa ku ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve bi heman armancê hatiye organîzekirin bûn. Meş bi rêzgirtina ji ber Dibistana Can Hecar a li taxa Salihiyê destpê kir. Di dawiya meşê de mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşa Amûdê li ser şervanên YPG᾿ê hate şermezarkirin û piştgiriya bi YPG᾿ê re hate nîşan dan.
Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Gel a Hesekê Hejar Mehmûd û Endamê PYD᾿ê Ebdulxenî Ehmed axivîn û komên çete şermezar kirin û dan zanîn ev kesên ku hin partî wan wek welatparêz binav dikin çetene û dîrok wê hesabê wan bipirse.
Di meşê de welatiyan bê navber sloganên piştgiriya bi YPG᾿ê re qîr kirin û êrîşên li Amûdê şermezar kirin.