Êrîşa li dijî DU’yê li Cizîrê hate şermezar kirin
Êrîşa li dijî DU’yê li Cizîrê hate şermezar kirin
Êrîşa li dijî DU’yê li Cizîrê hate şermezar kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanên derketin kolanan êrîşên li hemberî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê şermezar kirin. Piştî polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir Cizîr bû qada şer.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşa polîsan a 2 rojin li xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DU) dikin û Murat Îzol ê ku ji polîsan reviya û di Çemê Dîcleyê de jiyana xwe ji dest da hate protestokirin. Li taxa Nur a Cizîrê bi sedan ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) hatin cem hev û pankrata "Qatîl Komara Tirkiyeyê ji Kurdistanê bicehnime" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Ocalan"qîr kirin.
Ciwan bi çepik, tîlîlî û sloganan ber bi kolanên Îdîl û Nusaybînê ve dest bi meşê kirin û li ser kolanan bend danîn û rê ji trafîkê girtin. Piştî demekê polîs hatin cihê bûyerê û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir.
Ciwanan jî bi kevir, molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiva polîsan da. Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de heta dernegî şevê berdewam kirin. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan zêde bikaranîn li ser Cîzîrê dukeêla wê bû ewir.