Enwer Muslim: Heya niha pêşmerge nehatine û têkilî jî çênebû ye
Enwer Muslim: Heya niha pêşmerge nehatine û têkilî jî çênebû ye
Enwer Muslim: Heya niha pêşmerge nehatine û têkilî jî çênebû ye
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku heya niha ne pêşmerge hatine Kobanê ne jî ji bo hatina wan bi Kanton û YPG’ê re têkiliyek hatiye danîn û got: "Eger bixwazin destek bidin çawa Koalisyonê têkilî daniye ew jî dikarin têkiliyê deynin. Madem hedef û armanca me tinebûna DAIŞ’ê ye divê têkilî bên danîn. Em amadene van têkiliyan û kêfxweş in bi piştgiriyên tên kirin."
Êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê bê navber berdewam dikin. Ligel hemû derbeyên ku dixwe jî DAIŞ dest ji êrîşên xwe bernade û her roj bi teqwiyeya hêzeke nû û cebilxaneyan, bi wesayitên bi teqemenî barkirî dixwaze xeta parastinê ya YPG û YPJ’ê bişikîne û derbasî nava Kobanê bibe. Lê ligel vê yekê jî heya niha bi ser neketiye.
Ji aliyekî ve êrîşên DAIŞ ji aliyên din ve jî alîkariya hêzên koalisyonê, çekên ku bi rêya balafirên ji Kobanê re hatin, mijara korîdorê û hatina pêşmergeyan di rojevê de cihê xwe yê germ digire. Heta gelek navgînên çapemeniyê nûçeyên bi şêwazên ku niha Pêşmerge li Kobanê ne weşandin. Me jî ev yek ji Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim pirsî. Muslim diyar kir ku heya niha ti pêşmerge nehatine Kobanê û ji bo hatina wan jî ne bi rêveberiya Kantonê re ne jî bi YPG’ê re têkiliyek nehatiye danîn. Muslim got ku ew ji têkiliyan re vekirî ne û eger têkiliyek bê danîn wê bi vê yekê re kêfxweş bibin.
Li ser pirsa me ya “piştî ewqas bangewaziyên we ji we re têr neke jî çek bi rêya balafirê hatin. Hûn vê çawa dinirixînin” Enwer Muslim ev bersiv da: “Şerê ku niha li hemberî Kobanê tê meşandin mehek li pey xwe hiştiye di meha duyemîn de didome. Piştî êrîşên li ser Kobanê ewqas domiya êdî hemû cîhan zanibû ev êrîş ne êrîşên biçûk in. Ji ber vê yekê jî li her deverê ji bo Kobanê çalakiyên piştgiriyê çêbûn. Lê ev çalakî tenê têr nedikirin. Van çalakiyan kir ku destekên encam bigirin çêbibin. Koalisyonê bi rêya Amerîka û bi rêya hin dewletên wek Fransa, Elmanya, Hollanda, Qanada, Brîtanya; bi balafiran derb li cihên DAIŞ xist bandora xwe girt. Lê dîsa jî ev ne bes bû. Lewre li ser rûyê erdê YPG û YPJ şerê DAIŞ dike. Di encama hin xebatan de jî duh (20 Cotmeh) bi rêya balafirên Amerîka ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hin piştgiriya çekan hat dayîn. Ev cihê sipasiyê bû. Gelê me yên sivîl ê nava bajêr û li ser sînor bi vê yekê kêfxweş bûn. Di nava vê alîkariyê de çek, derman û xwarin û vexwarin hebû. Lê dîsa jî ev têr nake. Ji bo ku em karibin DAIŞ ji hundirê Kobanê derxînin demek dixwaze. Ji bo vê yekê jî di pêşerojê de dê dîsa pêdiviya çekan çêbibe. Eger ev bên kirin em ê karibin DAIŞ ji Kobanê derxînin.”
'HETA NIHA TI PÊŞMERGE NEHATINE KOBANÊ Û TÊKILÎ JÎ DANANÎNE'
Li ser pirsa me ya “Hin nûçe tên belav kirin ku korîdorek ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye vekirin û di wê korîdorê de hêzên pêşmergeyan xwe gihîştandine Kobanê. Gelo rastiya vê heye” jî Enwer Muslim wiha got: “Li vir niha yên şer dikin YPG, YPJ û hin leşkerên Artêşa Azad ku baweriya wan bi pêşerojeke demokratîk a Suriyeyê heye ne. Ji bilî wan niha kes şer nake li Kobanê. Lê dîsa em dibêjin kesên dixwazin piştgirî bidin Kobanê divê têkiliyên xwe bi Hikûmeta Kantonê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re çêbikin. Ji bilî têkiliyan em nagihîjin armancê. Çawa koalisyon bi YPG’ê re di nava danûsitendinê de ye û di encama vê de çek heya Kobanê hatin, divê çi hêzên ku dixwazin piştgirî bidin Kobanê û YPG’ê têkiliyan çêbikin. Lê heya roja îro ti têkilî çênebû ye. Eger bê xwestin jî em ji van têkiliyan re vekirî ne. Em ji piştgiriyê re vekirî ne.”
Li ser dubarekirina pirsa “Yanî niha pêşmergeyên ku tê gotin hatine Kobanê tine ne” jî Enwer Muslim bersiva, “Na na. Tu pêşmerge tine ne” da. Piştî pirsa “Têkilî jî tine ye” Enwer Muslim wiha dom kir: “Eger bixwazin destek bidin çawa Koalisyonê têkilî daniye ew jî dikarin têkiliyê deynin. Madem hedef û armanca me tinebûna DAIŞ’ê ye divê têkilî bên danîn. Ji ber vê yekê em amade ne ji bo van têkiliyan û em kêfxweş in bi piştgiriyên tên çêkirin.”
'JI BO ALÎKARIYÊ EM AMADE NE TÊKILIYÊ DEYNIN Û BI HEV RE BIXEBITIN'
Enwer Muslim ji bo vê yekê jî bang li hemû derdoran kir: “ Belê tiştê em dibêjin, metirsî li ser Kobanê berdewam e. Rîska qetlîamê ya li ser Kobanê berdewam e, gefên DAIŞ yên li ser sivîlan berdewam e. Ev di meha duduyan de hê jî di rojeva DAIŞ de ketina nava bajêr heye. Ji ber vê divê piştgiriya çekan berdewam bike. Ger hêzên ku bixwazin li ser erdê li kêleka YPG’ê li dijî DAIŞ’ê hebin jî em hazir in ji bo têkiliyan û ji bo em bi hev re kar bikin.”
GIRÎNG E TIRKIYE DAIŞ'Ê WEKE DIJBERÊ GELAN BIBÎNE'
Enwer Muslim pirsa me ya “Piştî hatina çekan di polîtîkaya Tirkiyeyê de li hemberî we guherînek çêbû an na” jî bi van gotinan bersivand: “Ew têkilî hê jî tine ye. Em li bendê ne Tirkiye bigihîje wê qenaetê ku DAIŞ li hemberî gelan e. Di pêşerojê de dê DAIŞ dijminatiya Tirkiyeyê jî bike. Wê ew xerabûnê li her derî kiriye neqlî Tirkiyeyê jî bike. Ji ber vê yekê divê têkilî bê danin ji aliyê Hikûmeta Tirk û parlamenteran ve. Ji bo ku em van dijminê Rojhilata Navîn tine bikin.”
Me pirsa “Hin nûçe bi zanebûn an jî nezanebûn dibêjin DAIŞ vekişîyaye. Gelo rastiya vê çiye” jî kir û Enwer Muslim wiha got: “DAIŞ bi hejmareke pir û çekên giran ketiye Kobanê. Bi hezaran hawan bi cih kiriye. Gelek xanî xera kiriye û diziyê dike. Zû bi zû dernakevin. Ji ber vê yekê ew agahiyên ku dibêjin DAIŞ derketiye ne rast e. Xetereya li ser Kobanê hêjî didome. Rojane hawan têne Kobanê. Bihostek xaka Kobanê nemaye ku hawanek lê neketiye. Bi dehan erebeyên tije bombebarkirî li Kobanê teqandine. Bi hezaran endamên xwe êrîş dikin. Lê bi piştgiriya hêzên Koalisyonê, bi piştgiriya mirovparêzan em ê karibin di demeke nêzîk de DAIŞ’ê ji Kobanê derxînin û di demên pêş de jî ji gundên Kobanê derxînin.”
YPG/YPJ JI BO PARASTINA SIVÎLÊN LI NAVA BAJÊR DI NAVA PARASTINEKE XURT DE NE
Enwer Muslim rewşa niha jî ji bo me nirxand û wiha got: “Moralê YPG û YPJ’ê di asta herî jorîn de ye. Ji ber ku baweriya wan heye sivîlan biparêzin. Baweriya wan ku vî bajarî biparêzin, êrîşên li ser Kobanê bi dawî bikin heye. Baweriya wan bi Suriyeyeke demokratîk heye û ji ber vê yekê jî hemû derfetên xwe xistiye xizmeta parastinê. Ji xwe niha di asta sivîlan de YPG berxwedaneke herî bilind dide meşandin. Lewre di nava Kobanê de bi hezaran sivîl hene. Lê mixabin ev sivîl nikarin derkevin derve û rehet tevbigerin. YPG nahêle ku DAIŞ derbasî navenda bajêr bibe. Hewldanên wan pir in. Şandina wesayitên tnt û teqemenî barkirî nîşaneya hê jî DAIŞ dest ji qetlîamê bernedaye ye. Dixwaze kîna xwe bi vî awayî nîşan bide. Lê ew êrîş bi ser nakevin. Ji ber ji xeta parastinê ya YPG û YPJ’ê çêkiriye ti carî jî DAIŞ nikare derbas bibe.”
Enwer Muslim herî dawî bang li derdorên welatparêz û hêzên Kurdistanî kir û wiha got: “Herkesê welatparêz, hêzên Kurdistanî, dewletên dixwazin alîkariyê bidin Kobanê em li benda wan in. Hêviyên me hene ku çalakiyên aştiyane li hemû dewletan bilind bibe ji bo Kobanê ji vê rewşa xeter derxînin. Ji dewletan jî hêviya me ew e ku zêdetir piştgirî bidin. Da ku em bigihîjin Suriyeyeke ku hemû dewlet, netew, ereb, asûrî, ermen, îslam, xirîstiyan bi hev re Rojhilata Navîn bigihîjînin aramî û aştiyê.”