Eniya El Ekrad: Nûnerê me yê pêwendiyan hat qetilkirin

Eniya El Ekrad: Nûnerê me yê pêwendiyan hat qetilkirin

Navenda çapemeniya Eniya El Ekrad ragihand ku dema teslîmkirina Emîrê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El Nusra Ebû Mûsab nûnerê wan ê pêwendiyan Ela Îsmaîl Şêxo piştî serbestberdana hinek sivîlan bi zorê li cem xwe hiştine û di encam de li pêşiya gel qetil kirine, serî wî jê kirine û mala wî bombe kirine.

Navenda Çapemeniya Eniya El Ekrad ragihand ku dema teslîmkirina Emîrê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El Nusra Ebû Mûsab nûnerê wan ê pêwendiyan Ela Îsmaîl Şêxo piştî serberdana  hinek sivîlan bi zorê li cem xwe hiştine û di encam de li pêşiya gel qetil kirine, serî wî jê kirine û mala wî bombe kirine.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin ji aliyê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/ Eniya El Nusra bi dehan kesên sivîl dîl hatine girtin û li jin û zarokan wan êşkence dikin. Talana li taxên Lêl û Cisir a Kurdan didome û li ser malê Kurdan nivîsên “Mulkê Dewleta Îslam” tên nivîsandin. Û eşîra Ereb a Sixnê jî tevlî talanê bûye.

Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku ji nîvro ve şer cih bi cih didome. Der barê encama şer de heta niha agahiyên teqez nîn in.