Endamên PAJK'ê ji bo Kobanê ketin greva birçîbûnê

Endamên PAJK'ê ji bo Kobanê ketin greva birçîbûnê

Komek ji endamên PJAK'ê, li bajarê Danîmarka Arhusê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Komek ji endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bike û bala raya giştî ya cîhanê bikişîne herêmê, li bajarê Danîmarka Arhusê, dst bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Greva birçîbûnê ya îro danê sibê li ber Şaredariya Arhusê destpê kir, wê roja Yekşemê bi dawî bibe. Berdevkê PJAK'ê yê Danîmarkayê Mehdî Youssefî der barê grevê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dixwazin bi vê çalakiya xwe re bala raya giştî ya Danîmarka û tevahiya cîhanê bikşînin ser Kobanê.

Youssefî got, "Kurd li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê têkoşîna rûmetê dimeşînin. Lê belê cîhan li pêşberî vê bêdeng e. Bi têrkerî deng dernakeve. Em jî ji bo şikandina vê bêdengiya cîhanê, dest bi greva birçîbûnê dikin." Youssefî helwesta Tirkiyeyê ya der barê Kobanê de jî rexne kir û destnîşan kir ku divê korîdorek ji Kobanê re bê vekirin. Youssefî got, "Di serî de alîkariya çekan girîng e alîkariya însanî bê kirin. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê divê her kes têbikoş e û ji bo Tirkiye têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re bibire, zext bê kirin."