Endamê BDP'ê hat girtin

Endamê BDP'ê hat girtin

Endamê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dêrsim Pêrtagê Gokhan Karakûş, bi sedema tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê bûye, hat girtin.

Bi sedema beşdarî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê yê di sala 2010'an de jiyana xwe ji dest da bûye, di encama lêpirsînê de Endamê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dêrsim Pêrtagê Gokhan Karakûş hat girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê hat bicihkirin. Hat hînbûn ku li Karakûş bi hinceta "propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê hatiye birrîn. Hat hînbûn, Pêrtag ji aliyê polîsên ser bi navênda polîsan a navçeya Pêrtagê ve hatiye girtin.