Encamnameya 2’mîn Konferansa Xwendekaran aşkera bû
Encamnameya 2’mîn Konferansa Xwendekaran aşkera bû
Encamnameya 2’mîn Konferansa Xwendekaran aşkera bû
Li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê, bi beşdariya 300 delegeyan 2’mîn Konferansa Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a herêma Cizîrê hate lidarxistin. Di Konfransê de gelek mijarên giring ên wekî rêxistina xwendekaran û pêşxistina rola wan hate nîqaşkirin. Encamnameya konfransê îro hate eşkerekirin.
Di Konfaransa 2’mîn a xwendekaran de mijarên wekî koçberiya xwendekar û kesayetên rewşenbîr û rêbazên rê girtina li ber koçberiyê. Lewaziya rola çapemeniyê û êrîşên ser ciwanên Kurd û bi taybet li ser malperên înternêtê hate nîqaşkirin. Her wiha di nîqaşên xwendekaran de pişgirtiya saziyên civaka sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê, hêzên asayişê, Yekîneyên Parastian Gel (YPG) û Desteya Bilind a Kurd jî hebû.
Di konfransê de pirşgirtiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya di Newroza Amedê de hatibû xwendin hate destnîşankirin.
Di Konfransê de xwendekaran rola konfederasyona xwendekaran a di perwerdeya zimanê kurdî de, kampanyên hişmendî û zanistî ya li dijî fikra rêjîma Baas a înkar û tunekirina kurdan jî anîn ziman.
Di dawiya konfransê de û piştî nîqaşên berfireh ev biryar hatin standin:
-Ji bo vegera koçberan kampaniya (malên xwe terk nekin, vegerin welatê xwe) were destpê kirin.
-Ji bo hemû name, peyam û raporên konfedresyonê wê tenê zimanê kurdî werin bikaranîn.
- Nasîna hejmara hemû xwendekarên Rojavayê Kurdistanê û xwe gihiştina wan.
-Bi serkêşiya Konfedresyona kombûnên xwendekaran bi beşdariya hemû rêxistinên xwendekaran were lidarxistin.
- Xurtkirina saziyên civaka sivîl û saziyên netewî, bi destekdayîna wan bi endamên nû.
- Vekirina dewreyên perwerdeyên çapemeniyê wek (radio, Tv û rojname) werin vekirin.
-Vekirina Navenda Konfedresyonê li Serêkaniyê û vekirina sînema li Tirbesipiyê.
- Avakirina komîteya zanistiyê û vekirina dewreyan.
Li aliyekê din amadekirina xebatkarên televîzyoneke herîmî ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo vekirina televîzyoneke herêmî di demîn pêş de, her wiha vekirina dewreyan ji bo xebatkarên radyo û rojnameyê.