'Em sifre û xwarina xwe bi gelê Rojava re parve dikin" dewam dike

'Em sifre û xwarina xwe bi gelê Rojava re parve dikin" dewam dike

Kampanya 'Em sifre û xwarina xwe bi gelê Rojava re parve dikin" ku havîna par ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatîbû destpêkirin, dewam dike. Cîgirê Şaredar Mahmût Dag der heqê kampanyayê de agahî da û diyar kir ku gelê sivîl ê li Rojavayê Kurdistanê dijîn bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku wan ji bo kampanyayê starta duyemîn dane. 

Der heqê kampanyayê de civîneke çapemeniyê hat ldiarxistin û Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag di axaftina xwe de ragihand ku gelê li Rojava dijîn ji ber şer, di bin gefa mirinê de jiyana xwe dewam dike.

Dag bal kişand ser xeteriya birçîbûnê ya li Rojavayê Kurdistanê û got, "Li Rojavayê Kurdistanê di serî de gelê Kurd hemû gelên li herêmê dijîn, tevî hemû kiryarên dij mirovahiyê û ambargoyê jî, hewl didin jiyana xwe dewam bikin."

Dag li dijî ambargoya aborî ya hêzên navnetewî li ser gelê Rojava dimeşîne, nerazîbûn nîşan da û got, "Di vê rewşa dijwarbûna şer û zextan de, gelê Rojava bi drameke mirovahiyê re rû bi rû ye. Hêzên ku her şêweyên alîkariya leşkerî didin aliyên li Sûriyê şer dikin, di heman demê de hewl dide gelê Rojava bi birçîbûnê têxe rêzê. Ji ber vê yekê, divê em piştevaniya xwe ya bi gelê rojava re xurtir bikin."

Dag ragihand ku gelê şaredariya Peyasê ji bo balê bikşînin ser drama mirovahiyê ya li Rojava dest bi kampanyayê kirine û got, "Kampanya 'Em bi gelê Rojava re sifre û xwarina xwe parve dikin' ku par destpê kir, emê dewam bikin. Di vê meha Remezanê ya pîroz de divê em piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava ya li dijî drama mirovahiyê zêdetir bikin. Kampanya me wê tevahiya meha Remezanê dewam bike. Di vê çarçoveyê de pêwistiyên bingehîn ên mîna qût, rûn, alavên paqijiyê, kevnikê bêçandina zarokan, xwarina zarokan, ard, şekir û hwd. divê. Em bang li hemû mirovên li bajarê me dijîn dikin ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û ji ber ku heta niha alîkarî dane, em ji gelê xwe re spas dikin."

Dag her weha bang li gel kir ku sibê êvarê beşdarî şahiya piştgiriya bi gelê Rojava ya li Park Ormanê bibin.