'Em ne tenê destekkarê Kobanê ne em êdî parçeyek ji Kobanê ne'
'Em ne tenê destekkarê Kobanê ne em êdî parçeyek ji Kobanê ne'
'Em ne tenê destekkarê Kobanê ne em êdî parçeyek ji Kobanê ne'
Desteka partiyên siyasî û sendîkayên Ewropayî yên ji bo gelê Kobanê ku 54 roj in li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin, berdewam dike. Heyetek ji siyasetmedar û sendîkavayên ji Awusturya û Elmanyayê hat bal kişand ser berxwedana li Kobanê. Ji endamên heyetê Suleyman Gurcan got: “Ji vê kêliyê û şûnde em ne destekkarên piştevaniya Kobanê ne, em êdî parçeyek ji Kobanê ne.”
Serdanên heyetên Ewropayî yên ku bi armanca piştgiriya bi berxwedana bêhempa ya Kobanê re tên navçeya Pirsûsa li ser sînorê Kobanê berdewam dikin. Heyeta ji Konfederasyona Karkerên Tirkyeyî yên li Ewropayê (ATÎK), Yekitiya Sendîkayên Demokrat û Şoreşer, Federasyona Ciwanên Karker ên Tirkeyeyî yên Ii Awusturyayê, endamên Derî-Îş û Partîzanê, Parlementera Partiya Keskan a Hamburgê Filîz Demîrel, Parlementerê Parlementoya Eyaleta Hamburgê yê Partiya Sosyal Demokrat Alî Şîmşek û Hevşaredarê Depê Burhan Kocaman pêk dihat li avahiya navçeyêya DBP’ya Pirsûsê ji aliyê Endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Ûca û Endamê PM’ya HDP’ê Mehmet Doymaz ve hatin pêwazîkirin. Heyetê derbarê berxwedana li Kobanê û Pirsûsê de ji Uca agahî girt.
HERKES PARÇEYEK JI VÎ ŞERÎ YE
Endamê AGÎTF’ê Alî Çîçek bal kişand ser xebat û kampanyayê li Awusturyayê bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê dane destpêkirin û her kesên di kampanayayê de cihê xwe girtine silav kir. Çîçek da zanîn ku çi destê wan bê ew ê bikin û diyar kir ku her kes parçeyek ji vî şerî ye.
Piştre endamê ATÎK’ê Suleyman Gulcan axivî û got: “Ji vê kêliyê û şûnde em ne destekkarên piştevaniya Kobanê ne, em êdî parçeyek ji Kobanê ne. Em ê hemû bi hev re piştî serkeftina şer li Kobanê rûnin.” Gurcan bang li hemû şoreşger, demokrat û azadîxwazan kir ku di nava refên berxwedana Kobanê de cih bigirin.
Endamê ATÎK’ê Ertan Çelîj jî diyar kir ku ew ê her tim bibin parçeyek ji vê berxwedana li vê derê tê meşandin.
Endamê MP’ya HDP’ê Mehmet Doymaz jî got ku piştevaniya ji bo berxwenda Kobanê pir girîng e û derbarê rewşa li Pirsûsê de jî agahî da. Her wiha Doymaz derbarê xebatên Platforma Alîkariya Ji bo Rojava de jî agahî da.
Heyet piştre çû serdana konebajarên penaberên Kobanê û gundên nobeta berxwedana lê hene.