'Em hemû Sakîne, Rojbîn, Leyla, Kobanî ne'
'Em hemû Sakîne, Rojbîn, Leyla, Kobanî ne'
'Em hemû Sakîne, Rojbîn, Leyla, Kobanî ne'
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê cotmeha 2013 de li Parîsê hatibûn qetilkirin, meşa edaletê hate lidarixistin.
Roja 9’ê cotmeha 2013, ji kandroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Franse Parîsê hatibûn qetilkirin. Kurdistaniyan weke her çarşemê, îro jî çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên hefteyeke her roj di çalakiyan de ne, li Navenda Cviaka Kurd a Demokratîk li hev kom bûn. Çapemeniya Franseyê jî ji bo şopandina çalakiyê bi saetan li gel Kurdan ma.
Çalakiya bîranînê bi dirûşimên “Bêdengiya we ji hevkariya we ye?” û Em hemû Sakîne, Leyla, Rojbîn û Kobanê ne” dest pê kir. Zêdetirê 250 Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst jî bi rengê xwe tevlî bûn.
Di meşê de dirûşima “Em li Parîsê, li vê derê hatin qetilkirin, haya we jê heye?” hate gotin û wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Her wiha pankarta bi awayê “Piştgirî bide Kobanêya li dijî DAIŞê şer dike.” Kurdistaniyan di meşa xwe de alên KCK, KCK, KJB, û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Di dema meşê de axaftinên kurt hatin kirin û hate xwestin ku komkujiya li Parîsê bê ronîkirin. Kurdistaniyan di çalakiya xwe de derbarê komkujiya Parîsê û êrîşên li ser Kobanê de agahî da kesên li derdorê.
Meşa Kurdan heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê berdewam kir û li vir rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hatind dayin û bal kişandin ser polîtîkayên ji Parîsê heta Kobanê li dijî Kurdan tên meşandin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku her çendî dewleta Tirk bi aşkereyî piştgirî dide çeteyên DAIŞ’ê, lê dewleta Franse û raya giştî ya navneteweyî bê deng e.
Çalakiya Kurdan ku ji aliyê çapemeniya Frane ve hate şopandin, saet di 15.30 de bi dirûşiman bi dawî bû.