‘Em helwesta asayîşa PDK’ê şermezar dikin’

‘Em helwesta asayîşa PDK’ê şermezar dikin’

Duh li parka Babagurgur a bajarê Kerkukê gurubekî êriş bir ser endamên kompanyaya “Ji Ocalan re Azadî” îro endamên kampanya yê bi  bi daxuyaniyekê diyar kirin ku, ew kasene girêdayî asayîşa Partiya Demokratîka Kurdistanê ne (PDK)  û  em helwesta wan ya beramberî endamên kampanya yê şermezar dikin.
Duh êvarî li parka Babagurgur di dema endamên kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom dikirin, komekê êriş kiribûn liser wan. Endamê kampanyayê 5 kes bun û rastî lêdan û heqaretê hatine û astengî jibo karê wan derxistine. Endamên kampanyayê didin diyar kirin ku, ew kesane endamên asayîşê bûn û girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê ne.
Liser navê endamê Kampanya  yek milyon îmze li bajarê Kerkukê Omer Hacî  Hisên bi daxuyaniyekê ev helwesta asayîşê şermezar kir û got: “Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ev cara yekem nîne ku, helwesta wan bi vî şêweyê ne netewî û ne demokratîkane û ji berpirsyartiyên niştîmanî dûre, duh carek din parka Babegurgur di dema komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê endamên asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê ve rastî astengiyan hatibûn û ev helweste jî nayê pejirandin.”
Di derbarê nerawabûna helwesta asayîşê de ji Omer Hacî got: “Her çend me di rewşekî netewî, mirovî û demokrasî de,bi awayekî fermî destûr ji cihên pêwîst wergirtî ye jî, êdî nizanim jiber çi asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê bi vê helwesta ne mirovane nîşa dide û armanca wan ji vê helwestê çiye nizanim.”
Endanê kampanyaya bajarê Kerkûkê jî bilêv kir ku, “Em daxwaza ronîkirinê li asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)’ê dikin. Pêwîste jibo raya giştî aşkere bike ji ber çi helwestekî wiha ne netewiyane û ne demokrasiya ne nîşan dane. Em vê helwesta wan şermezar dikin, û daxwaza dikin ku asayîşa Kerkûk vê bûyerê ronî bike.”
Di heman demê de diyar kirin ku, ew kesên  ku êriş kirine li ser endamên kampanya yê piştî lêdan û heqaretê ji wan re gotine parkê terk bikin û na be ku hûn îmzeyan li vir kom bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de endamê kampanya yê Omar Hacî li ser navê komîteyê got:“Me dema dest bi vê helwesta netewî û mirovî û demokratîk  kir, me destdûr  girtîbû. Em niha di qonaxa serkeftina wê de ne. Daxwaz dikin ku hemû alî li gorî pêvajoyê tevbigere û qet helwestekî ne mirovane û ne nîştîmaniyane li vî bajarî wê xizmeta berjewendiyên netewî, yeketiya netewî û demokrasiyê neke. Hêvîdarin ku her kes tevlîbûna xwe ji kampayayê re çêbike.”
Hêjayî gotinê ye di heftiya borî de li bajarê Zaxo ji li ber çavên  polîs û asyîsê çend kesan  êriş kiribûn li ser endamên kampanya yê. Heqaret li wan kiribÛn û îmzeyên wan ji dirandî bûn. Asayîşa bajêr qet nêzikbûnekî yasayî li beramber êrişkaran pêkne anî.