'Em ê Kobanê ya xwe bi hev re ava bikin'
'Em ê Kobanê ya xwe bi hev re ava bikin'
'Em ê Kobanê ya xwe bi hev re ava bikin'
Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê li navenda bajar texrîbatên mezin çêbûne û heta di 13 êrîşên wesayîtên bombebarkirî de xesarên mezin pêk hatine û wekê ku erdhêj pêk hatiye. Şervanên YPG-YPJ’ê kolan bi kolan mal bi mal li ber xwe didin û diyar dikin ku çi dibe bila bibe wê Kobanê bernedin. Şervanên YPG’ê Zinar got ew ê bi hevgirtinê Kobanê rizgar bikin.
DAIŞ ya ku li Kobanê li dijî şervanên YPG û YPJ’ê darbeyên mezin girt, di demên dawî de bi wesayîtên bombebarkirî dikevin nava bajar. Lê di encama mudaxale û baldariya YPG-YPJ’ê de tu windahiya can di van teqînan de pêk nehat, lê di dema teqînê de bi dehan xanî hilweşiyan. Di nava 10 rojan de 13 wesayîtên bombebarkirî li cihên cuda yên Kobanê hatin teqandin. Wesayît jî ji bo kamyon û kamyonetan pêk tê. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku van wesayîtan ji Girê Spî (Til Ebyad) tînin. Hate hînbûn ku li Kobanê wesayîteke bombebarkirî û maşîneke kar a bombebarkirî duh êvarî bi mudaxaleya Şervanên YPG-YPJ’ê wesayît neçar ma vekişê.
KOBANÊ WÊ BI MÎMARÊ AZADIYÊ BÊ AVAKIRIN
Texrîbateke din a li bajar bi topên hewanê pêk tînin. Hema hema her kolana bajar dibe hedefa hewanan û bi awayekî ne teqiyayî li holê ne. Hewanên ku berê dihatin avêtin ên berê û zeng girtibûn lê yên niha tên avêtin nû ne. Li bajar gelek xanî, karger û sewalan zirarên mezin dît. Endamê Lijneya Dîwana TEV-DEM’ê Ehmed Şêxo ku bi hewanê birîndar bibû diyar kir ku wê hemû bi hevgirtineke mezin bajarê xwe ji nû ve ava bikin û li kolanên azad bigerin. Şêxo anî ziman ku Kobanê wê bi mîmarê azadiyê re bê avkirin.
BILA GUMANA KESÎ TUNE BE
Şervanê YPG’ê Zinar anî ziman ku wê bajar ji nû ve ava bikin û got ku bila gumana tu kesî tunebe ku em ê winda bikin û wiha got: “Êrîşên bi vî rengî yên çeteyan tê wateya ku têk diçin. Em her roj darbeyan li wan dixin. Em çekên wan digirin. Moralê me bilind e. Em ê hê baştir bin. Em ê Kobanê bi hev re ava bikin. Bila guman kesî tune be.” Şervanê YPG’ê Canîwar jî got moralê wan gelek bilind e û bi lêv kir ku wan soza azadkirina Kobanê dane gelê xwe, heta dilopek xwîna wan hebe wê têbikoşin.
EM LI BENDE WESAYÎTÊ BÛN
Şervanê YPG’ê diyar kir ku dema çeteyan bi wesayîtên bombebarkirî dest bi êrîşan kirine, hevalên me yên li mewziyên pêş bi telsizan agahî dan me û wiha got: “Em li bendê bûn. Dema me wesayît dît me gulebaran kir. Wesayît neçar ma bisekine. Piştre hevalên me bi rokeavêjan wesayît gulebaran kirin û wesayît îmha bû. Em encamên wê jî dibînin. Hemû xanî hilweşandin.”