'Em dixwazin Serok Apo di nav xwe de bibînin'
'Em dixwazin Serok Apo di nav xwe de bibînin'
'Em dixwazin Serok Apo di nav xwe de bibînin'
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bi dehhezaran kes ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev û diyar kirin ku ew ji bo azadiya Ocalan hatine cem hev û wiha gotin: "Em dixwazin Serok Apo di nav me de ba. Bila êdî dengê me bibihîzîn."
Pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berdewam dike û herikîna girseyê ya ber bi qadê ve berdewam dike. Welatiyên bi kincên xwe yên gelerî tevlî bernameyê bûn qada mihrîcanê vegerandin deryaya rengan.
Jinan kiras û fîstan, zilaman jî "şal û şapik" li xwe kirin. Welatiyên derveyî Rihayê tên berdewam dikin. Welatiyê bi navê Enver Dumrul ê ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi singê xwe ve kir û ala KCK'ê jî bi pişta xwe ve girêda, diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan hate Xelfetiyê û xwest ku hemû girtî serbest bên dan û wiha got: "Em dixwazin bibin xwedî nasname û azad bibin. Divê êdî dewleta tirk hebûna me qebûl bike û bizane ku em dest ji mafên xwe berdandin."
'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA GELÊ ME YE'
Welatiyê bi navê Şukru Gumuştekîn ê ku 75 salî ji navçeya Berweri ya Sêrtê tevlî pîrozbahiyê bû jî bersiva pirsa "Hûn çima hatin", "Ez ji bo aştî û Serok Apo hatim" da. Gumuştekîn, bal kişand ser peyama Ocalan a li Amedê hate xwendin û wiha got:
"Tenê kurd na ji hemû gelên Rojhiata Navîn re riya çareseriyê nîşan da. Aştiyê, biratiyê û wekheviyê dixwaze. Kesekî wisa dîl tê girtin sûcê mirovahiyê ye. Divê êdî ji bo fêdê mirovahiyê serbest bê berdan. Bila hemû kes bizane ku kurd bi can û xwîna wî bi wî re ne. Em ji bo rojbûna wî pîroz bikin li vir in. Ez silav û rêzên xwe ji wî re dişînim."
Jina bi navê Gulê Erku ya 34 salî ya ji Şirnexê tevlî pîrozbahiya bû jî diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan hatin û wiha got: "Divê gelê me û serokê me azad bibe. Vî gelekî gelek êş kêşandin. Lê di riya Serok Apo xîz kir xwedî nasname bû. Ji bo azadiya wî jî gelek kêm maye. Ez dixwazim vê yekê bêjim; Roja Serok Apo azad dibe gelê kurd jî dê azad bibe."
'DIVÊ ÊDÎ DENGÊ ME BÊ BIHÎSTIN'
Jina 55 salî ya ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat û nexwest navê xwe bide jî wiha got: "Ez ji bo Serok Apo hatim." Jina bi navê Hane ya ku nexweşst paşnava xwe bide jî wiha got: "Em dixwazin Serok Apo di nav xwe de bibînin. Divê hemû girtiyên siyasî azad bibin. Divê êdî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Em dikevin qadan û ji bo aştiyê diqêrin. Em naxwazin dayîkên leşker û gerîla bigirîn. Bila êdî dengê me bibihîzin."