'Em bi serhildanên gel xwedî şoreşa demokratîk a Rojava derkevin'
'Em bi serhildanên gel xwedî şoreşa demokratîk a Rojava derkevin'
'Em bi serhildanên gel xwedî şoreşa demokratîk a Rojava derkevin'
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li hemû Kurdan kir ku bi serhildanan xwedî li şoreşa demokratîk a Rojavayê Kurdistanê derkevin û salvegera 19'ê Tîrmehê di rewşeke Newrozê de pîroz bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê Însiyatîfa Gel de hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi nêrîn û felsefeya Rêberê xwe Abdullah Ocalan careke din derketiye ser dika dîrokê û bi pergala xwe ya azadîperest, wekhev û demokratîk, bala hemû cîhanê dikşîne ser xwe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şoreşa demokatîk a gel a li Rojavayê Kurdistanê, mizgîniya rizgariya demokratîk tîne û weha hat gotin:
"Îro li Sûriyê kaosek tê jiyîn. Ne diyariya vê kaosê jî dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne di navê de, hemû hêzên deshilatdariyê û mûxalîf, xizmetî berjewendiyên sermiyan û deshilatdariyê yên pergala hegemonîk a kapîtalîst dikin. Xeta 3. a gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê û stratejiya wê ya parastina rewa, roj bi roj mafdariya xwe ispat dike. Vê pergala azadîperest û demokratîk a Rêber Apo, gelê me yê li Rojava aniye ber serketinê. Herçend dewleta TC ya faşîst hin hêzên noker ên Kurd û hêzên derve girtibe gel xwe û xwestine dest li Şoreşa Demokratîk a Rojava werde jî, hêza gelê me yê parastina rewa bi awayekî milîtanî li ber xwe da û ev êrîş pûc kirin.
Şoreşa Demokratîk a di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanê û Amûdê destpê kir, di deme kurt de xwe gihand hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û serketin pêk anî. Bi vê Şoreşa Demokratîk re Rojavayê Kurdistanê îro azad bûye. Şoreşa di 19'ê Tîrmehê de li Rojava destpê kir wê bi tevahiya Kurdistanê temam bibe û bigihêje armanca xwe. Şoreşa Rojava, şoreşa pîroz a netewa demokratîk a Kurdistanê ye. Rojavayê Kurdistanê, deskevtiyên hemû Kurdistanê ye û qonaxa yekemîn a rizgariya demokratîk e. Ev qonax bi berdêlên mezin pêk hatin. Li se vê bingehê em di kesayetiya fermandarê mezin Xebat Dêrik de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku bîranîna wan di têkoşîna xwe de jîndar bikin.
Di vê çarçoveyê de weke Însiyatîfa Gel a Kurdistanê em Şoreşa Demokratîk a 19'ê Tîrmehê ya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û vejîna wê pîroz dikin û bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku salvegera 19'ê Tîrmehê di rewşeke Newrozê de pêşwazî û pîroz bike. Em ji tevahiya netewa Kurdistanê dixwazin ku bi kampanyayên madî û manewî û bi serhildanan xwedî li Şoreşa Demokratîk a Rojava derkevin."