'Elmanya jî mîna Fransa û Brîtanya Mezin di rewşeke xetere de ye'
Piştî komkujiya li Parîsê, ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Elmanyayê jî endîşeya êrîşan heye.
Piştî komkujiya li Parîsê, ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Elmanyayê jî endîşeya êrîşan heye.
Piştî komkujiya li Parîsê, ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Elmanyayê jî endîşeya êrîşan heye. Endamê CSU Stephan Mayer diyar kir ku pêkane êrîşên bi heman rengî li Elmanyayê jî rû bide. Jurgen Trîttîn ê ji partiya Keskan jî da zanîn ku meylên mîna yên li taxa Molenbeek a Brukselê dibe ku li bajarên Elmanya jî derkevin holê.
Berdevkê Polîtîka Hundirîn a Meclîsa Federal ê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyanan (CSU) Stephan Mayer bû mêvanê bernameya Das Duell a li N-TV hat weşandin û diyar kir ku Elmanya mîna Fransa û Brîtanya Mezin bi gefa êrîşên terorîstan re rû bi rû ye. Mayer îdîa kir ku êrîşên mîna ya Parîsê dibe ku li bajarên mezin ên weke Berlîn, Frankfûrt û Munchenê 'îro yan jî sibe' rû bidin û got, "Em jî weke Fransa yan jî Brîtanya Mezin di rewşeke xetere de ne."
'DIBE KU XETERÎ BI MEHAN AN JÎ BI SALAN BIDOME'
Berdevkê CSU ji her kesên li Elmanyayê dijîn xwest 'hay ji xwe hebin' û destnîşan kir ku pêwîstî bi panîkê jî nîne. Stephan Mayer got, "Lê belê em bi gefeke giran re rû bi rû ne. Û divê em xwe amade bikin ku bi mehan an jî salan bi vê rewşa gefxwarinê re bijîn."
'DIBE KU MEYLÊN MÎNA YÊN LI MOLENBEEKÊ LI BAJARÊN ELMANYA JÎ XWE BIDIN DER'
Serokê berê yê Koma Meclîsê ya Partiya Keskan Jurgen Trîttîn ê beşdarî heman bernameyê bû, anî ziman ku meylên li taxa Molenbeek a Brukselê rû da, dibe ku li bajarên Elmanyayê jî der bibin. Trîttîn da xuyakirin ku li paytext Berlînê û bajarên weke Dûîsbûrgê, mirovên li hin taxan bi temamî hatine terikandin.
Trîttîn diyar kir ku divê ji koçberan re rêyek bê nîşandan ku di nava civaka Elman de "dikarin bibin xwedî cihê rêzdariyê" û "dikarin bibin parçeyek ji civakê".
Ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve bi sedan kes ji Elmanyayê tevlî nava DAIŞ'ê bûn û hat ragihandin ku ji van herî kêm 420 kes li Elmanyayê vegeriyane. Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere di hevpeyvîneke xwe ya roja Yekşemê de dabû xuyakirin ku wan tespît kirine ji van kesan herî kêm 70 kes tevlî şer bûne yan jî perwerdeya leşkerî dîtine.