Elmanya ji bo dersînorkirinê dilezîne
Li Elmanyayê, ku ji meha Tebaxê û vir ve bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine, dersînorkirina koçberên ji welatên Balkanan hatine, destpê kir.

Li Elmanyayê, ku heta meha Cotmehê 362 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin, zexta CDU û hevparê wê CSU a li Serokwezîr Angela Merkel dewam dike. Van derdoran rexne li Merkel kiribûn ku di mehên Tebax û Îlonê de destûr dabû bi sed hezaran penaber bikevin nava welêt. Merkel ji bo ber dilê van derdoran xweş bike, wê giraniyê bide dersînorkirinan.
Hat ragihandin dersînorkirin wê di nava vê hefteyê de destpê bike û di destpêkê de yên ji Arnavûtlûk, Kosova û Karadagê hatine bên şandin. Ji ber ku ev her sê welat bi Sirbîstanê re di nava statuya 'welatê ewle' de ye, rêjeya qebûlkirina penaberên ji van deran di asta ji sedî 1 de ye.
Elmanya, ji bo dersînokirina penaberan bi hêsanî pêk bîne, bi hikûmetên Arnavûtlûk, Kosova û Karadagê re li hev kir, ku yên dema nasnameya wan qediya vegerînin.
Tevî ku 600-700 hezar penaberan îsal xwe gihandin Elmanyayê jî, hejmara mirovên serlêdana penaberiyê kirine 360 hezar e. Ev yek nîşan dide ku hemû mirovên xwe gihandine Elmanyayê serlêdana penaberiyê nekirine.