Êlihê cangoriyên xwe hembêz kir

Êlihê cangoriyên xwe hembêz kir

Gerîlayên HPG’ê Fatman Başak (Raperîn Batman) û Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok) ên di sala 2012’an de li Çiyayê Çiravê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve li Êlihê hatin definkirin. Parlementera BDP'ê Ayla Akad Ata, di merasîmê de axivî û diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd azad nebe tu kes azad nabe. 

Li Çiyayê Çiravê ku li herêma navçeya Dihê ya Sêrtê yê di sala 2012'an de di encama êrişên hewayî de 3 gerîlayên HPG'ê yên jin jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ceylan Geldî (Gulbahar Bagok), Fatma Başak (Raperîn Batman) û Gulperî Bîlen pişti li Dozgeraya Komarê ya Meletiyê muameleyên fermî bi dawî bûn duh ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û anîn Êlihê. Cenaze di saetên êvarê de gihîştin Êlihê û di nav de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveberên BDP, MEYAD-ER û DA-DER, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, tevkarên DOKH’ê jî heyî ji aliyê bi hezaran kesî ve li Tesîsên Bardakçilarê hatin pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê bi sedan wesayît û bi hezaran welatî ber bi navenda Êlihê ve birêketin. Dema karwanê cenazeyan gihîşt ser kolana Nêrgîz a taxa Hîlalê, bi hezaran welatiyan cenaze pêşwazî kir. Di meş û konvoyê de posterên Ocalan, gerîlayên HPG’ê û alên KCK û PKK ên mezin hatin hildan. Girseyê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Riya Şehît riya PKK partiya me” berz kirin. Piştî girse gihîşt ser goristanê li vir cenazeyê Başak di nav kêliyên hestewar de hate definkirin. 

Li vir Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akad Ata axaftinek kurt da. Ata, ji bo malbatê û tevahiya gelê kurd sersaxî xwest û anî ziman ku şehîdên gelê kurd tenê ne 40-50 hezarin û ji vê hejmarê zêdetirin. 

Ata bi bîr xist ku bi pêşengiya xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû hate destpêkirin û got zarok û şervanên gelê kurd bi salane ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê têkoşîna azadiyê dimeşînin. Ata destnîşan kir ku heta niha gelê kurd ti bindestî û zilmê qebûl nekiriyê û wiha got: “Gelê kurd li hember êrîş û zilma dewleta Tirkiye yê her tim di nava berxwedanê da bûye. Dewlet zilmê dike, gelê me jî li ber xwe dide. Di vê qonaxa girîng de em soz didin Şehît Raperîn ku em ê armanca wê bibin serî û emê ji bo armanca wê xebatê rêxistinê xurt bikin û emê wek gerîla têkoşînê bikin. Heta Serokê me azad nebe û em ji xwe re nebêjin em azad in, emê qet ne rawestin. Ji bo rojên azad em amade ne.” 

Piştî axaftina Ata, gel sirûda “Çerxa Şoreşê” ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. 

Piştî definkirina cenazeyê HPG’î Başak cenazeyê HPG’î Gulperî Bîlen şandin Wanê û pişt re cenazeyê HPG’î Ceylan GeldÎ (Gulbahar Bagok) birin goristana gundê Korîka girêdayî navenda Êlihê û li goristina gund defin kirin. Konvoya cenaze ji goristana Girbereşk di navenda bajêr de heta taxa Yavuz Selîm anîn û piştî li taxan gel ji wesayîtan daket li gel ambulansê ji taxê heta goristana Korikê meşek ji 2 kîlometreyan pêk dihat li dar xistin. Dîsa li vir jin û ciwanan bê navber sloganên dilsoziya ji bo Ocalan û gerîlayên HPG'ê berzkir û posterên Ocalan, gerîlayên HPG’ê û pêşengên PKK û alên PKK û KCK hilgirtin û meşiyan. Li ser goristanê meş bi dawî bû li vir merasîma definkirina cenaze pêk hat. Li vir dua hatin xwendin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Serokê MEYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî, axivî û ji bo malbatê û hemû gelê kurd sersaxî xwest. 
Degîrmencî, anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey doza cangoriyê xwe bin û soza bilindkirina têkoşîna wan da. 

Piştî Degîrmencî li vir jî Parlementer Ata axivî. Ata, diyar kir ku di pêngava dîrokî û girîng de pêvîdiya gelê kurd herî zêde bi rêxistinê û yekîtiyê heye û anî ziman ku ew soz didin şehîdên xwe dê ji bo yekîtî û rêxistinê bi xebitin û got dê ew girêdayî bîranîn û têkoşîna şehîdên xwe ve bimînin û dê têkoşîna wan bilindir bikin. Ata, wiha got: “Ji îro şûn ve em ê xebatên xwe zêdetir bikin û bi leztir bikin. Îro roj roja me ye. Qonaxa û pêvajoya ku em gihîştinê ya azadiya gelê kurd e. Ger ku em li cihê xwe rûnên nabe û em xapînokê vê dewletê jî baş dizanin. Ger ku em azadiya ziman, serokatî û çanda xwe dixwazin pêwîste me li cihê xwe ne sekinin. Em dildarên azadiyê ne û ji bo azadiyê deqîqeyek me jî ku em rawestin tuneye.” 

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû. Ji bo gerîlaya HPG’ê Fatma Başak li taxa Hîlalê li ber avahiya malbata wê dê di kon de sersaxî bên qebulkirin. Ji bo gerîlaya HPG’ê Ceylan Geldî û gerîlayê PKK'ê Adnan Kandemîr (Hêja Kela Memê) yê ku di sala 1994’an de li Behdînanê jiyana xwe ji dest dabû jî li Mala Taziyê ya taxa Petrolê sersaxî bên qebulkirin.