Elewiyan li ser sînorê Kobanê aşûre belav kir

Elewiyan li ser sînorê Kobanê aşûre belav kir

Tevî Komeleya Piştevaniyê ya Elewiyan a Xizir Lokmasi 13 komeleyên Elewiyan bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hatin ser sînor û aşûre li gelê li Pirsûsê yê di çalakiyên nobeta berxwedanê de ne belav kirin. Pîrê Ocaxa Sînemelîlî Alî Soysuren ku got: “Leşkerên Yezîd û çeteyên DAIŞ’ê yek in” wiha axivî: “Aşûre loqmeya piştevanî û hevkariyê ye. Aşûre tê wateya yekbûn û zindîbûnê. Em pariyê aşûreya xwe bi birayên xwe re parve dikin."

13 komeleyên Elewiyan ku bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li Pirsûsê ne, li gundê Mehserê yê Pirsûsê aşûre çêkirin û li gelê ku bi rojane di nobeta berxwedanê de ye belav kirin. Beriya belavkirina aşûreyê daxuyanî hate dayin û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de posterê Hz. Elî yê ku li ser “Yê ku li dijî zilmê bê deng be şeytanê bê ziman e” hatibû nivîsandin û pankarta “Kerbela ne roja şînê ye, wateya evîna berxwedanê ye. Wateya wê ya îro ew e ku li dijî DAIŞ’a bi feraseta leşkerên Yezîd rawestin, sekna Huseyîn tê nîşandan.”

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê Û LEŞKERÊN YEZÎD YEK IN

Pîrê Ocaxa Sînemelîlî Alî Soysuren li ser navê komeleyên Elewî daxuyan3ı da û got: “Leşkerên Yezîd û çeteyên DAIŞ’ê yek in” wiha axivî: “Aşûre loqmeya piştevanî û hevkariyê ye. Aşûre tê wateya yekbûn û zindîbûnê. Em pariyê aşûreya xwe bi birayên xwe re parve dikin.

‘EM ŞOREŞA ROJAVA SILAV DIKIN’

Soysuren diyar kir ku armanca sereke ya çeteyên DAIŞ’ê ew e ku peyma bajarê biratî û rizayê ya bajarê Medîne ku ji aliyê Hz. Muhemed Mustefa ve hatiye ragihandin û li Rojavayê ketiye pratîkê ye û got: “Bêguman ev destkeftiyên mirovahî û civakî dibin sedema tirsa hişmendiya AKP’ê ya ku çeteyên DAIŞ’ê afirandiye. Em Elewiyên ku dibêjin divê em her tiştê bi hev re parve bikin, Şoreşa Rojava silav dikin.” Soysuren bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdên Êzidî, Tirkmen û Ereban û da zanîn ku ev hişmendî li Tirkiyeyê jî li dijî Elewiyan tê meşandin.

EM AŞÛREYA XWE BI BIRAYÊN XWE RE PARVE DIKIN

Soysuren diyar kir ku berxwedana Kerbelayê çi be berxwedana Rojava jî ew e û Komkujiya Dêrsimê çi be, komkujiya Şengalê jî ew e. Soysuren got: “Em weke Elewiyan, yên ku li dijî zilmê bê deng bimînin şeytanên bê ziman dibînin û yên ku çavên xwe li neheqiyê digirin, li gel heqên xwe rûmeta xwe jî winda dikin. Em aşûreya xwe bi birayên xwe yên ku neçar mane ji axa xwe dûr bikevin re parve dikin”.

Piştî daxuyaniya hate dayin aşûreya ku ji bo hezar kesî hatibû amadekirin, hate belavkirin. Komeleyên Elewî aşûreya ji bo 9 hezar kesî amade kiribûn, li kampên penaberan ên penaberên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn, belav kirin.