El Nusrayê bidehan Kurdên sivîl revandin

El Nusrayê bidehan Kurdên sivîl revandin

Hate ragihandin ku, li Til Ebiyadê piştî komên çete ên Cebhed El Nusra êrîşî taxên Kurdan kirin û di nav beran wan û Cephet El- Ekrad şerên dijwar qewimîn, niha dest bi revandina welatiyên sivîl ên Kurd kiriye û bi dehan kes revandiye. 

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, piştî êrîşên komên çete yên Cebhed El Nusra li taxên Kurdan û di encama bersivdayîna Cephet El- Ekrad ji dehan zêdetir endamê komên çete yê Cephed El Nusra hatine kuştin, gelek birîndar bûn. Nûçegiyanê ANHA yê li Til Ebiyad  ragiyand ku piştî komên çete yên Cebhed El Nusra êrîşî taxên Kurdan kirin û dinav beran wan û Cephet El- Ekrad şerên dijwar qewimîn, niha dest bi revandina welatiyên sivîl yên Kurd kiriye û bi dehan kes revandiye.

Çavkaniyekî cihê baweriyê  diyar kir ku, berî du rojan çar wesayîtên çekê giran barkirî ji deriyê sînor yê Tirkiyeyê derbazî Til Ebiyad bûye û gihiştiye destê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam ku Cebhet Nusra jî wek beşê wê ye. Hate zanîn ku, niha Cebhet Nusra bendê kontrolê danîne.

Hate diyarkirin ku li Til Ebiyadê, 4 endamê Cebhet El Nusra dema dixwestin dibistana gundê Yaebsê yê 3 km dikeve Rojavaya Til Ebiyad bi teqînin ji aliyê hêzên ewlehiya gund hatine girtin. Agahiyên gihiştine dest, tê diyar kirin yek ji wan Emîr Giştiyê Cebhet El Nusra yê Til Ebiyad jî di nava wan kesan de ye.

Piştî komên nêzîkî Cebhet El Nusra derdorê Mala Gel a li Til Ebiyad girtin û xwestin bê girtin, alozî li bajêr rû dabû û ji bo çareser kirinê nûnerên gelê Kurd li Rojava bi rêveberên Ehrar El-Şam ku niha bi Cebhet El Nusra re tevdigere re hevdîtin pêk anîn. Hate zanîn hevdîtin bê encam bidawî bûne.