El Nûsra li Serêkaniya Bakur zarokek bi giranî birîndar kir

El Nûsra li Serêkaniya Bakur zarokek bi giranî birîndar kir

Li dû şerê navbera koma çekdar El Nûsra û hêzên YPG'ê yê li Serêkaniyê de, ji ber gulereşandina ji cihê Eniya El Nûsra, li navçeya Riha Serêkaniyê zarokê bi navê Mehmet Gunduz ê 15 salî ji serê xwe giran birîndar bû.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê, pevçûnên navbera koma çekdar El Nûsra û YPG'ê yên nîvro destpê kirin, dewam dike. Piştî ku 5 endamên El Nûsra yên anîn navçeya Riha Serêkaniyê, pevçûn dijwar bûn.

Li Serêkaniya Bakur zarokê bi navê Mehmet Gunduz (15) salî yê li taxa Mehmet Akîf Ersoy, bû hedefa guleyek ji cihê koma çekdar El Nûsra ve hat avêtin. Gunduz ji serê xwe bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hat ragihandin, rewşa tenduristiyê ya Gunduz giran e.

Bi rakirina Gunduz li nexweşxaneyê re, welatî li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî polîsan dan.