El Nusra li Girê Spî amadekariya komkujiyê dike

El Nusra li Girê Spî amadekariya komkujiyê dike

Hate ragiyandin Dewlet Îslam Iraq û Bîladî El Şam/Cebhet El Nusra êrîşê xwe ên li dijî taxê Kurdan didomîne, bi tank, topê hawanê, çekê giran raste raste top baran dike.  Tê diyar kirin heta niha El Nusra pirraniya wan zarok û jinin bi sedan kesî revandiye û bi ser jêkirinê gefan lê dixwe.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, Dewlet Îslam Iraq û Bîladî El Şam/Cebhet El Nusra êrîşê xwe li ser taxê Kurdan didomîne û diyar kir ku, heta niha piraniya wan zarok û jin bi sedan kesî revandiye û bi ser jêkirinê gefan lê dixwe. Çavkaniyê heremî radigînin ku, ev demeke El Nusra li Girê Spî (Til Ebiyad) gefan li Kurdan dike ku bajêr vala bikin. Heman çavkanî didin diyar kirin El Nusra amadekariyê komkujiyan dike.

Ji aliyê din ve jî hate ragihandin ku, El Nusra bi tank û çekên giran li gundê Yabse û Sûkiriyê yê derdorê Girê Spî dixe û şerên dijwar rû didin.