El-Nusra êrîşî wesatîya YPJ’ê kir
El-Nusra êrîşî wesatîya YPJ’ê kir
El-Nusra êrîşî wesatîya YPJ’ê kir
Li bajarê Serêkaniyê endamên koma çekdar Cephet El-Nusra êrîşî wesayîtek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya girêdayî YPG’ê kirin û ajokarê wesayîtê girtin. Li ser vê yekê pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayitek YPJ’ê ku 3 şervanên 2 ji wan jin yek jî xort têde bûn, saet derdora 11.00-11.30’an de dema li Çerxerêya Berîdê ya li taxa Mehedê li ser karê xwe bû, ji aliyê 7-8 endamên Cephet El-Nusra ve hate dorpêçkirin. Di êrîşê de herdu şervanên jin xwe ji çemberê xilas kir, lê şervanê xort ku ajokariya wesayîtê dikir, ji aliyê êrîşkaran ve hate girtin.
Hate ragihandin ku, piştî êrîşê bûyerê hêzên YPG’ê li herêmê belav bûn û tedbîr girtin. Li ser vê yekê Cephet El-Nusra endamekî xwe ji bo hevdîtinê şand cem YPG’ê, lê rayedarên YPG’ê xwest ku berpirsyarê komê were. Li ser vê yekê berpirsyarê komê xwest ku YPG rê veke da ku were hevdîtinê, lê di vê navberê de heman komê bi çekan êrîş pêk anîn û pevçûnên derketin. Hate gotin pevçûnên piştî nîvro destpê kirine didomin.