El Nusra êrîşî Til Ebiyad dike

El Nusra êrîşî Til Ebiyad dike

Hate ragihandin ku, di van kêliyan de dengê çekan ji Til Ebiyad tê û hate diyarkirin ku, komên çete ên Cebhet El Nusra çekên giran bicih kirine û li ser taxên Kurdan gulebaran dike.

Çavkaniyekî cihê baweriyê  diyar kir ku, berî du rojan çar wesayîtên çekê giran barkirî ji deriyê sînor yê Tirkiyeyê derbazî Til Ebiyad bûye û gihiştiye destê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam ku Cebhet Nusra jî wek beşê wê ye. Vê çavkaniyê diyar kir ku, niha li Til Ebiyad rewşek awarte heye û dengê çekan tên. Cebhet Nusra çekê giran li ser xaniyan bicih kiriye û berê çekan dane taxên Kurdan. Hate zanîn ku, niha Cebhet Nusra bendê kontrolê danîne.

Nûçegihanê ANHA’yê ji Til Ebiyad diyar kir ku, 4 endamê Cebhet El Nusra dema dixwestin dibistana gundê Yaebsê yê 3 km dikeve Rojavaya Til Ebiyad bi teqînin ji aliyê hêzên ewlehiya gund hatine girtin. Agahiyên gihiştin destê me tê îdia kirin yek ji wan Emîr Giştiyê Cebhet El Nusra yê Til Ebiyad jî di nava wan kesan de ye. 

Komên çete ên Cebhet El-Nusra li bajaroka Til Arûs a ku 2 kîlometre li başûrê Til Ebyede duh di demjimêrên ber êvarê de 5 ciwanên Kurd  dema diçûn ser karê xwe revandin. Li aliyê din jî  bendên kontrolê li hundir û derveyî bajar hatine zêdekirin.

Piştî komên nêzîkî Cebhet El Nusra derdorê Mala Gel a li Til Ebiyad girtin û xwestin bê girtin, allozî li bajêr rû dabû û ji bo çareser kirinê nûnerên gelê Kurd li Rojava bi rêveberên Ehrar El-Şam ku niha bi Cebhet El Nusra re tevdigere re hevdîtin pêk anîn. Hate zanîn hevdîtin bê encam bidawî bûne.