El-Nusra 19 xwendekarên Kurd revandin

El-Nusra 19 xwendekarên Kurd revandin

Komên çekdar ên Cebhet El-Nusra duh di saetên êvarê de 19 xwendekarên Kurd ên ku ji bajarê Humus ê Sûriyeyê vedigeriyan Hesekê, revandin.

Li gorî agahiyên ji xwendekaran hatine bidestxistin, komên çekdar ên Cebhet El-Nusra duh di saetên êvarê de li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de 19 xwendekarên Kurd ên ji Hesekê revandin. Li gorî agahiyan xwendekarên ku ezmûnên xwe qedandibûn, bi wesayîta taybet vedigeriyan mala xwe ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nusra hatin revandin. Komên çekdar xwendekarên Kurd birin cihekî ne diyar.