El Ekrad: Operasyona rizgarkirina Girê Spî destpê kir
El Ekrad: Operasyona rizgarkirina Girê Spî destpê kir
El Ekrad: Operasyona rizgarkirina Girê Spî destpê kir
Navenda çapemeniya Eniya El-Ekrad diyar kir ku îro saet 00.00᾿̓ê de dest bi opersyona rizgarkirina Girê Spî (Til Ebiyad)ê kirine û di encamê de 30 Çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam hatine kuştin, 40 dîl hatine girtin ji wan 2 rêveberin û hemû gundên derdora Til Ebiyad hatine rizgarkirine.
Eniya El-Ekrad a girêdayî Artêşa Sûriyê ya Azad li ser malpera xwe diyar kir ku îro saet di 00.00᾿ê de tugaya wan ya yekem dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Til Ebiyadê (Girê Spî) kirine û di encama pevçûnên ku heta niha bi dijwarî dom dikin de 30 çekdar hatin kuştin, 2 jê emîr bi giştî 40 çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam dîl hatine girtin, 4 doçka hatin rûxandin, gelek reviyane Tirkiyeyê û di encamê de hemû gundên derdora Til Ebiyadê ji El-Qaîde hatiye rizgarkirin.
Di daxuyaniya Tugaya yekem a Eniya El-Ekrad de hate gotin ku piştî êrîşê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam doza hevdîtina dikirin û digotin em birayên hevin û me daxwaza wan nepejirand ji ber ku cara yekê sozê xwe pêk neanî bûn. Di daxuyaniya Eniya El-Ekrad de ev tişt hate gotin “Em soz didin gelê xwe ku heta ku Girê Spî bi temamî ji Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam neyê rizgarkirin dê operasyona me bi dawî nebe.”