"Efrîn xeta me ya sor e"

"Efrîn xeta me ya sor e"

Li Qamişlo bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete li dijî gundên Efrîn, bi silogana ᾿̓Efrîn xeta me ya sor e᾿̓ meşiyan.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li ser gundên Efrînê , bi hezaran kes tevlî meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi navê ᾿̓Efrîn Xeta me ya Sor e᾿̓ hatibû orgenîze kirin, bûn. Meşa ku ji 7 salî heta heta 70 salî, jin û mêr tevlê bibûn, saet di 17.30᾿an de piştî  rêzgirtinê ji ber mizgefta Qasimo ya taxa Xerbî destpê kir. Meşvanên ku  posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan , wêneyên şervanên YPG᾿ê ku di pevçûnan de jiyanan xwe ji destane û  alên YPG,TEV-DEM, PYD,Ciwanên Şoreşger vekirbûn bê navber siloganên wekî ᾿̓ Efrîn ne bi tenê ye᾿̓, ᾿̓Bijî berxwedana Efrînê᾿̓ û ᾿̓bijî berxwedana YPG᾿ê᾿̓ diqîriyan. Asayîşan ji bo parastina meşvanan  li pêşî û paşiya meşê bi wesayîtên xwe dimeşiyan, her wiha encamên asayîşî li kêleka meşvanan dimeşiyan û ji bo parastinê hemû hewladanên xwe dikirin.

Meşvan di kolan Hilêliyê û kolana Munîr Hebîb meşiyan, dema meşvan gihiştin Çerxeriya Munîr Hebîb, li vir navendeke berhevkirina îmzeyan ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îmzeyan berhev dikirin hebû, gelek welatiyên ku îmzeyên xwe ne dabûn îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan dan.  Meşvanên ku bi hêrseke mezin silogan davêtin, heta çerxeriya Osman Seberî meşiyan. Li vir Hevserokê Saziyên Civakî yên Sivîl  a Qamişlo Ebdulkerîm Sarûxan axivî. Saroxan di axaftina xwe de êrîşîn komên çete yên li dijî Efrîn şermezar kir û da zanîn ku ew ê heta dawî ji bo piştgirtiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  û gelê Efrînê têbikoşin.