DYA: Piraniya Kobanê di bin kontrola Kurdan de ye
DYA: Piraniya Kobanê di bin kontrola Kurdan de ye
DYA: Piraniya Kobanê di bin kontrola Kurdan de ye
Fermandariya Hêzên Navenda DYA di daxuyaniya xwe ya li ser mijara êrîşên hewayî de ragihand ku beşeke mezin a Kobanê di bin kontrola YPG'ê de ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dora Kobanê li 8 hedefên DAIŞ'ê hatiye xistin û di encamê de 5 maşînên zirxî, depoyeke îkmalê, navenda fermandarî-kontrolê, kampa lojîstîk û 8 bereqeyên DAIŞ'ê hatine îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Fermandariya Hêzên Navendê rewşa li Kobanê ji nêz ve dişopîne. Nîşane diyar dikin ku milîsên Kurd li beşeke mezin a bajêr serdest in û berxwedana xwe ya li hemberî DAIŞ'ê dewam dikin."