DYA bi qasî 20 mîlyar dolar tazmînatê ji Volkswagenê dixwaze
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, li hemberî şîrketa Elman Volkswagen a ku derket holê, di nirxê emîsyonê yê wesayîtên xwe de hîle kiriye, di asta rekorê de dozeke tazmînatê vedike.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, li hemberî şîrketa Elman Volkswagen a ku derket holê, di nirxê emîsyonê yê wesayîtên xwe de hîle kiriye, di asta rekorê de dozeke tazmînatê vedike.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li hemberî şîrketa Elman Volkswagen a ku derket holê, di nirxê emîsyonê yê wesayîtên xwe de hîle kiriye, di asta rekorê de dozeke tazmînatê vedike.
Wezareta Edaletê ya Federal û Ajansa Parastina Hawirdorê ya Amerîka (EPA), ji bo tazmînkirina hîleya şîrketa Volkswagenê di nirxê emîsyonê yê wesayîtên xwe de kir, daxwaza rêjeyeke gelekî mezin kirin. Di serlêdana dozê ya li eyaleta Mîchîganê de, ji bo serê her wesayîteke li vî welatî hatiye firotin 32 hezar dolar, ji bo her bernameyeke emîsyonê ya bi hîle jî 2 hezar 750 dolar tê xwestin.
Bi vî rengî tê payîn ku cezayê ji şîrketê tê xwestin bide bi qasî 20 mîlyar dolar e. Volkswagenê jî di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû ku ji bo dayîna ceza û tazmînatên gengaz, wan 6 mîlyar dolar veqetandine.
Nayê zanîn ku pêvajoya ji aliyê Wezaretê û EPA ve hatiye destpêkirin kîngê temam bike. Di daxuyaniya Volkswagen a li ser mijarê de jî hat gotin, "Serlêdan wê were xwendin û lêkolînkirin."
Yek ji mezintirîn şîrketên wesayîtan ên cîhanê şîrketa Elman Volkswagen, di 20'ê Îlona bihurî de li xwe mukur hatibû ku di emîsyona wesayîtên ji motora dîzel ên li DYA de, bernameyeke ku nirxên emîsyonê kêm nîşan dide, hatiye bikaranîn. Dûre qebûl kiribû ku ev bername di 11 mîlyon wesayîtên li cîhanê de hatiye bikaranîn.
Piştî ku ev skandal derket holê, firotina wesayîtê şîrketê gelekî kêm bû. Li Fransayê ji sedî 8,9, li Brîtanyayê jî ji sedî 20 ê firotina wesayîtên Volkswagenê kêm bûbû.