Du taxên li ser sînorê Kobanê tên valakirin
Du taxên li ser sînorê Kobanê tên valakirin
Du taxên li ser sînorê Kobanê tên valakirin
Hat ragihandin ku taxên Kuçukkendîrlî û Buyukkendîrlî yên navçeya Pirsûsê ku li ser sînorê Kobanê ne, wê bi biryara Walîtiyê bên valakirin.
Walîtiya Rihayê, bi hinceta rîska ewlekariyê heye biryar da, taxên Kuçukkendîrlî û Buyukkendîrlî yên li ser xeta sînor in bên valakirin. Hêzên ewlekariyê biryar ji şêniyên her du taxan re ragihandin û xwestin, tehliye tavilê bê kirin. Ji maşînên zirxî jî biryara valakirina taxan tê ragihandin.
Rayedaran dan xuyakirin ku niştecihên taxê yên cihekî wan ê çûyînê tine ye, wê li mêvanxaneyên saziyên fermî bên bicihkirin. Dibistanên li hemû gundên li ser sînor jî navber dan perwerdeyê.