Du bajarên Erebîstana Siûdî hatin dorpêçkirin

Hat ragihandin ku bajarên Cîzan û Necran ên Erebîstana Siûdî ji aliyê artêşa Yemenê û Komîteyên Gel ve hatine dorpêçkirin.

Berdevkê Artêşa Yemenê General Şeref Lokman daxuyanî da televîzyona El Menar û diyar kir ku wan dor li bajarên Cîzan û Necran girtine û eger ferman ji wan re bê dayîn, ew ê bikevin nava van bajaran.

General Şeref Lokman da xuyakirin ku asta destpêkirina şerê li hemberî Erebîstana Siûdî temam bûye û ew derbasî qonaxa berfirehkirina operasyonan li gorî alternatîfên stratejîk bûne.

General Şeref Lokman got, "Ji bo bidestxistina her du bajaran niha em li benda biryara siyasî ne. Di saet an jî rojên pêş de dibe ku rewşeke nû derkeve holê."

LI ADEN Û HADRAMÛT'Ê DAIŞ HEYE

General Şeref Lokman li ser rewşa li Başûrê Yemenê jî got, "Hêzên me bi Tevgera Başûrê Yemenê ya dixwaze herêmên xwe biparêzin re li hev kirin û xwe ji Adenê vekişandin. Lê belê piştî ku milîsên alîgirê Mansûr Hadî li vir bûn serdest, ev der radestî El Qaîdeyê kirin. Niha li Adenê El Qaîde, li Hadramûtê jî DAIŞ hene."