Drama penaberiyê ya li Yewnanîstanê wê bêhtir nebaş bibe

Li Îdomenî ya li ser sînorê Yewnanîstan û Makedonyayê ye, drama penaberan dewam dike. Ji bo penaberên ku hejmara wan bi qasî 20 hezarî ye û di nava hewa sar de li binê konan dijîn, tê xwestin li herêmê rewşa awarte bê ragihandin.

Ji sedî 60 ê 33 hezar penaberên xwe gihandine vî welatî û hewl didin derbasî welatên din ên Ewropayê bibin, li Îdomenî ya li ser sînroê Makedonyayê li hev civiyane. Tevî ku Makedonyayê sînorê xwe girtiye, penaber bi hêviya 'vebûna sînor' re naçin cihekî din.

Waliyê Yewnanîstanê yê Herêma Makedonya Navîn Apostolos Tzîzîkostas diyar kir, hejmara penaberên li Îdomenî gihaştiye 14 hezarî û bi qasî 7 hezar jî li kampên din ên li herêmê bi cih bûne. Waliyê Herêmê da zanîn, weke Makedonya Navîn ew ê nikaribin barê penaberan rakin û ji hikûmetê xwest bi lezgînî rewşa awarte ragihîne.

HEJMAR WÊ DI NAVA ÇEND HEFTEYAN DE BIGIHÊJE 100 HEZARÎ

Li aliyê din, hejmara penaberên li herêmê di nava tevgerê de ne ku tê texmînkirin 33 hezar e, tê payîn heta dawiya vê mehê bigihêje 100 hezarî. Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji koçberiyê berpirsyar Dîmîtrîs Avramopûlos rexne li welatên din kir ku sînorên xwe bi awayekî yekalî girtine û hişyarî dan, rewşa li Yewnanîstanê wê bêhtir nebaş bibe.