Dr. Mihemed El-Hirak ê ku hatibû revandin serbest hate berdan
Dr. Mihemed El-Hirak ê ku hatibû revandin serbest hate berdan
Dr. Mihemed El-Hirak ê ku hatibû revandin serbest hate berdan
Dr. Mihemed Yûsif El-Hirak ê ku ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin serbest hate berdan.
Li Kobanê Dr.Mihemed Yûsif El-Hirak ji aliyê komeke çekdar ve beriya 2 rojan hatibû revandin. El- Hirak ê ku piştî rojekê serbest hate berdan, di derbarê bûyarê de ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Dema ez ji cihê karê xwe vedigeriyam malê, 4 çekdararên rû girtî ez rawestandim û gef li min xwarin, piştre çav û destên min girêdan ez xistim wesayîtê û ez birim cihekî nediyar. “
El-Hirak di derbarê serbest berdana xwe de jî ev tişt anî ziman: “ Koma çekdar ji min re gotin ku, me tu bi şaştî revandiyî, kesê ku me dixwest birevînin ne tu yî, yekî dermanfiroşe.’’
Dr. Mihemed Yûsif El-Hirak piştî serbest hate berdan, serî li navenda asayîşê ya Kobanê da û di derbarê bûyerê de agahî da asayîşê.