Dozger bi biryar dibêje dosya Roboskî ne karê min e!

Dozger bi biryar dibêje dosya Roboskî ne karê min e!

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê doza Komkujiya Roboskiyê ku 34 Kurd hatin qetilkirin de biryar dabû ku dosyayê bişîne dozgeriya leşkerî. Li ser biryara dozger parêzeran îtîraz kir, lê dozgeriyê îtîraz red kir.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên ji Amedê rabûn çûn ser gundê Roboskiyê yê Qilabanê bombe barandin. Di bombebarandinê de 19 jê zarok 34 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê doza Roboskiyê bi sedema ev doz ne di çarçoveya xebatên wan de ye biryara ku dosyayê bişîne Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê  dabû. Li ser vê yekê parêzerên malbatên Roboskiyê îtîraz kirin û xwestin dosyayê paşve vekişînin. Lê dozgeriyê îtîraza parêzeran red kir û diyar kirin ku li gorî huqûqê ne pêkan e biryarê paşve bikişînin.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar,got ku ji bo dozgerî biryareke wer nede di daxwaznameya xwe ya 10 rûpelî de hin mînak dane û da xuyakirin ku wê careke din îtîraz bikin.