Doza "KCK" ya Amedê dewam kir
Doza "KCK" ya Amedê dewam kir
Doza "KCK" ya Amedê dewam kir
Rûniştina doza siyasetmedarên kurd ku di bin navê doza "KCK'ê" de tên darizandin bi xwendina delîlên der barê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş de berdewam kir. Aktaş, anî ziman ku li gel her tiştî êdî aqil û hestiyariyek heye û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên giring tên avêtin. Cewherê vê dozê û şikandina zincîra li ser siyaseta kurd dê bi biryara heyeta dadgehê ya di vê dozê de aşkere bibe.
Rûniştina doza Sereke ya Amedê ku wekî "Qirkirina siyasî" tê bi navkirin û 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê BDP'ê Kemal Aktaş, Serokê ÎHD'ê yê Berê Muharrem Erbey Parlamenterê BDP'ê yê parlameneriya wî ji destê wî hat girtin Hatip Dîcle jî di navde 40 kes girtî amade bûn. Parêzerên girtiyan û wergerê amade bûn. Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî amade bûn. Rûniştinê bi xwendina delîlên der barê Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş berdewam kir. Di delîlan de daxuyaniyê Îrfan Dundar hatin xwendin. Di daxuyaniya Prz. Dundar a der barê Aktaş de wiha hat gotin. Aktaş endamê Meclisa Tirkiyeyê ya KCK'ê ye. Parlamenter ji aliyê KCK'ê ve hatin diyarkirin. Lîsteya ku hat hilbijartin ji aliyê kadroyên PKK'ê yên çiyê ve hat erêkirin." Aktaş, jî anî ziman ku berê hevalên wan der barê daxuyaniyên Dundar de bersiv3en fireh dane û îfadeyên Dundar ne delîlên hiqûqî ne. Aktaş, anî ziman ku ew îdîayên Dundar ên der barê xwe de qebûl nake û wiha got: "Armanc ewe ku her xebatê îlegal bide nîşandan. Dema hilbijartinan dest pê kir ez girtî bûm û ez li girtîgehê hatim hilbijartin. Ev spekulasyon in û ez wan tevan red dikim." Serokê heyetê jî pirsa "Tu Îrfan Dundar nas dike ya na? pirsî û Aktaş jî bersîva 'Ez wî ji çapemeniyê nas dikim" da. Heyetê piştre pirsa 'Di navbera we de tu neyartî heye ya na?' pirsî û Aktaş jî got na.
Prz. Sedat Yurttaş, jî diyar kir ku demek dirêj Prz Îrfan Dundar di Buroya Hiqûqa Asrînê de hevalê wan bû û lê serî li rêya hêsan da û belgeyên ku polîs daîbûn ber wî îmze kir. Lê Îrfan Dundar di îfadeyên xwe yên dawî de diyar kiriye ku wî ji ber acizbûnê ev belge îmze kirine.
Aktaş, jî parastin kir û diyar kir ku piştî 5 salan yekem car derdikeve pêşberî heyeta dadgehê û wiha got: "Ez li ser navê hiqûq û edaletê rastî neheqiyek gelek mezin hatim. Ez hêj tu wateyê nadin vê neheqiyê. Tenê dewletek ku bi hişmendiya Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê dikare wisa keyfî tev bigere. Ez di sala 1980'an de ji doza PKK'ê hatim darizandin. Ez bi mehan di îşkenceyên giran û lêpirsînên dijwar re derbas bûm. Ez li dadgehên 12'ê Îlonê yên heq û hiqûqê nas nakin hatim darizandin. Ez li Dadgehê Awarte rastî cezayê îdamê hatim. Lê niha ew kesên ku ez darizandim jî tên darizandin. Ji ber cezayê li min hat birîn ez li gelek girtîgehê Tirkiyê mam. Piştî guhertinên zagonan ez 20 salan girtî mam. Ez di 9'ê Îlona 2001'an de serbest hatim berdan. Piştî ez hatim berdan min daxwaza xwe ya siyaseta demokratîk pêk anî û ez di 14'ê Nîsana 2009'an de hatim girtin."
Aktaş, da zanîn ku piştî di sala 2001'an de serbest hat berdan di di qada legal de di nava partiyên HADEP, DEHAP û DTP'ê de cih girt. Aktaş, da zanîn ku herî dawî di nava komîsyona Rêveberiyên herêmî û ekolojîk a DTP'ê de cih girt û di 14'ê Nisanê de hat girtin. Aktaş, da zanîn ku wî tenê di nava xebatên siyasî û legel de cih girtiye û azadiya ekolojiyê parastiye. Aktaş, anî ziman ku li gel her tiştî êdî aqil û hestiyariyek heye û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên giring tên avêtin. Cewherê vê dozê û şikandina zincîra li ser siyaseta kurd dê bi biryara heyeta dadgehê ya di vê dozê de aşkere bibe. "