Doza ‘KCK’ê’ a Wêranşarê taloqî 23’ê Tebaxê hate kirin
Doza ‘KCK’ê’ a Wêranşarê taloqî 23’ê Tebaxê hate kirin
Doza ‘KCK’ê’ a Wêranşarê taloqî 23’ê Tebaxê hate kirin
Doza “KCK’ê” a Wêranşarê ku 2 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hatiye vekirin, di dozê de tukes nehate berdan, rûniştina bê taloqî 23’ê Tebaxê hate kirin.
Doza “KCK’ê” a Wêranşarê ku di nav de Serokê BDP’a Wêranşarê Halîs Aktaş heyî 2 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hatî vekirin, 10’mîn rûniştina dozê li 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêkhat. Di rûniştinê de 2 jê girtî 4 kesê têne darezandin, parêzerên mudafî û wergerên Kurdî de amade bûn. Xizmên girtiyan jî doz şopandin. Rûniştina bi xwendina mutalayê destpêkir. Piştî xwendina mutalayê parêzeran diyarkirin ku, gotinên şahidên veşartî ên di îdianameyê de bêbingehin. Parêzeran diyarkir ku, muwekilên wan di BDP’ê de legal siyasetê dikin û daxwaza serbest berdanê kir.
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê, bi hinceta ku “gûman heye birevin û delîlan winda bikin” biryara berdewama girtina wan da, rûniştina bêt jî taloqî 23’ê Tebaxê hate kirin.