Doktorên wargehê: Em amade ne biçin Îmralî

Doktorên wargehê: Em amade ne biçin Îmralî

Rêxistina Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo balê bikişîne ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi beşdariya gelê wargehê da. Rêxistina tenduristiyê ya Wargehê bang li kesên pêwendîdar û hukûmeta AKP’ê kir û got, “Em bi navê Rêxistina Tenduristiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bang li hemû doktorên Kurd, Tirk û dostên Kurdan ku xwedî exlaqê erka xwe ya doktoriyê ne dikin, serî li Wezareta Dad û Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bidin da ku biçin Îmralî tenduristiya Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û erka xwe ya mirovatiyê pêk bînin.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi mebesta balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyeke bi girseyî dan çapemeniyê. Li ser navê Rêxistina Tenduristiyê ya Wargehê Endamê Meclîsa Tenduristiyê ya Wargehê Doktor Mehmet Kara daxuyanî da. Doktor Kara destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 sal in di şert û mercên avhewaya deryayî û zemînên bi rutubet de tê girtin, tevî vê jî ji bo aştiyeyeke mayînde bê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dixebite.”

Kara di berdewama axaftina xwe de got ku, Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina bi malbatê re dabû xuyakirin ku dev, poz û gewriya wî dişewîte û ev nîşane gumanên wan ên derbarê Tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de zêde dike û wiha got: “Pêwîste demek ji ya din zûtir dewlet û hukûmet bikevin nav hewldanên başkirina mercên tenduristiya Rêber Apo. Her wiha pêwîst e êdî hukûmet bikeve ferqa hêza Rêber Apo ya di aştiya mayînde ya Tirkiyeyê û Çareseriya Pirsgirêka Kurd a di Rojhilata Navîn de. Ji ber ku bê Rêber Apo ne aştiya nava Tirkiyeyê gengaz e, ne jî çareseriya pirsgirêka Kurd.”

DIVÊ RÊBERTIYA JI MERCÊN AVHEWAYÊ WERE DERXISTIN

Doktor Mehmet Kara, di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku eger hukûmeta AKP’ê bixwaze ev pêvajo baş derbas bibe divê tavilê heyeteke doktoran bişîne Îmraliyê û wiha berdewam kir. “Ji bo çavdêrîkirina tenduristiya Rêbertiya me jî divê ji mercên avhewaya deryayê were derxistin, tenduristiya Rêbertiya di nexweşxaneyek ku derfetên wê baş de were çavdêrîkirin û careke din neşînin girtîgehê.”

EM AMADE NE BIÇIN ÎMRALIYÊ

Doktor Kara bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vî esasî em bi navê Rêxistina Tenduristiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bang li hemû doktorên Kurd, Tirk û dostên Kurdan ku xwedî exlaqê erka xwe ya doktoriyê ne, serî li Wezareta Dad û Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bidin da ku biçin Îmrali Tenduristiya Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û erka xwe ya mirovatiyê pêk bînin. Em jî bi navê Rêxistina Tenduristiya Wargehê di her warî de ji bo tenduristiya Rêber Apo xwe berpirsyar dibînin û em jî amade ne biçin Îmraliyê, ji ber ku em tenduristiya Rêber Apo tenduristiya xwe û ya gelê Kurd dizanin, pêşîlêgirtina şer û kuştinê dizanin, wesîleya aştî û demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn dizanin.”

Daxuyanî bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.