DOKH: Eger hûn jidil bin, heyetê bişînin Îmraliyê
DOKH: Eger hûn jidil bin, heyetê bişînin Îmraliyê
DOKH: Eger hûn jidil bin, heyetê bişînin Îmraliyê
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê. DOKH'ê di daxuyaniya xwe de bang li hukûmetê kir û got, "Ger Hukûmeta AKP’ê di pêvajoya çareseriya demokratîk de jidil be divê destûra çûna heyeta doktorên serbixwe bide."
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Navenda Jinan a Kardelen hatin cem hev û têkildarî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê DOKH'ê Xebatkara EPÎDEM'ê Çîmel Begîk daxuyanî da û bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Begîk da zanîn ku Ocalan vîna Kurdan e û wiha got: “Ji ber vê yekê divê tavilê heyetek doktoran a serbixwe biçe İmraliyê û Ocalan muayene bike.” Begîk bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk jî û got: “Ger Hukûmet di vê pêvajoyê de jidil be divê teqez bersiva erênî bide serdana Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk û Odeya Tabîbên Tirk."