DOKH’ê jin dawetî Pirsûsê kir
DOKH’ê jin dawetî Pirsûsê kir
DOKH’ê jin dawetî Pirsûsê kir
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo ku Cejna Qurbanê bi gelê Kobanê re veguherînin Cejna Berxwedanê hemû jin vexwend Pirsûsê.
Piştî ku DBP’ê biryara wê Cejna Qurbanê li sînor bi gelê Kobanê yên ji 15’ê Îlonê heta niha li ber xwe didin re bin DOKH’ê jî bang li hemû jinan kir ku di cejnê de li sînorê Kobanê bin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê DOKH’ê ve hate dayîn de hate gotin ku DAIŞ a ku di çarçoveya konsepteke navneteweyî de hatiye avakirin li ber çavên hemû cihanê êrîşî destkeftiyên gelan dike û ji bo komkujiya sedsalê pêk bîne dixwaze Kobanê bixe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kobanê ne tenê ji bo diroka Kurdan ji bo gelê herêmê jî li ser navê mirovahiyê berxwedaneke mezin dide û wiha hate berdewamkirin: “Bi rojan e li îrade û bi bîryariyeke mezin li gel dorpêçê destaneke qehremaniyê tê nivîsandin û gelê Kobanê rûmeta me hemûyan diparêze. Ji bo me jî mirov bûn êdî parastina Kobanê ye. Şoreşgerbûn parastina Kobanê ye. Li dijî DAIŞ’ê dijmine jinan e parastina jinan parastina Kobanê ye. Ji ber ku Kobanê navê gel û jinên ku jiyana azad dixwazin.”
DOKH’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser tezkereya ku ji meclîsê derbas bû jî tezkere wekî “tezkereya dagirkirin û şer” hate binavkirin.
Di dawiya daxuyaniye de wiha hate gotin: “Em di pêvajoyeke dîrokî de bi peywirên dîrokî re rû bi rû ne. Bi vê zanebûne em bang li hemû jinan dikin ku rola xwe bilîzin, di cejnê de bi gelê Kobanê re cejnê veguherînin cejna berxwedanê. Ji ber vê yekê jî di serî de jin em hemû jinan û kesên ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ vedixwînin Pirsûsê.”