DOKH'ê biryara bi HPG'ê re hevdîtin pêk bîne stand
DOKH'ê biryara bi HPG'ê re hevdîtin pêk bîne stand
DOKH'ê biryara bi HPG'ê re hevdîtin pêk bîne stand
Aktîvîstên DOKH'ê pişti li Amedê civîn pêk anîn biryara heyetekê ava bikin û biçin bi HPG'ê re hevdîtin bikin standin. Jinan banga bilindkirina têkoşîna siyaseta demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin kir û xwestin hemû jin tevlî vê pêvajoyê bibin. DOKH'ê biryar girt ku, Heyeta Jinên Aqilmend ava bikin û bi jinên HPG'î re hevdîtin bikin. Jinan bang li Rektoriya Dîcleyê jî kir û xwest îstîfa bike.
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), di navbera 9-10'ê Nîsanê de li Amedê civîna xwe ya navbera demê pêk anî. Jinan di civînê de biryarên girîng û nû girtin. Jinan pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin nirxandin û li ser geşedanên cîhan û herêma Rojhilata navîn rawestiyan. Jinan piştî civinê encamnameya civînê bi daxuyaniyekê ji cemaweriyê re aşkere kir. Jinan da zanîn ku, li Tunusê serhildana gel dest pê kir û heta serhildana Gelê Rojava yên Sûriyeyê pêş ketin.
Jinan di encamnameyê de destnîşan kirin ku, di pergal û nîzama Rojhilata Navîn de pêwîste Kurd jî cihê xwe bigirin û pêşengiya aştî û azadiya Rojhilata Navîn bikin û wiha got: "Kurdan li Rojava di encama têkoşîna 40 salan de şoreş bi dest xistiye. AKP'ê hemû planên xwe li ser tunekirin û perçekirina kudan çêkir. Lê şoreşa kurdan a Rojava hemû politîkayên AKP'ê yên tunekirinê vala derxistin. Şoreşa li Rojava morelekî mezin daye têkoşîna 40 salan la li Bakûrê Kurdistanê. Pêngava çareseriya demokratîk encama têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a 14 salên di bin tecridê de, berxwedana gerillan û gireva 10 hezar hevalên me yên girtî ya sala 2012'ane.
'KOMKUJÎ LI DIJÎ JINÊN KURD SÛÎQEST'
Jinan di berdewama encamnameyê de bal kişandin ser qetilkirina Pêşenga PKK'ê Sakine Cansız, Nûnera KNK'ê Fidan Dogan û endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez wiha berdewam kir: "Ev komkujî di şexsê 3 hevalên me yên din de êrîş û sûîqastek bîrdozî bû. Ji bo ku jin tevlî pêvajoya nû nebin peyamek da jinên têkoşer. Di operasyonên ku hêj berdewam dike de bi sedan hevalên me yên jin hatin girtin. Em wekî aktîvîstên DOKH'ê ji bo pêvajoya çareseriyê pêş bikeve ji her temê bêtir bi hêvî û biryarin."
'BILA DAXWAZÊN HER KESÎ YÊN HEVDÎTINA BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ GUHDARKIRIN'
Jinan di berdewama encamnameyê de zanîn ku, ji bo her kes bêtir baweriya xwe bi dewletê bînin, li gorî felsefeyeya me ya siyaseta demokratîk divê berî her tiştî Ocalan azad bikin û wiha pêde çûn: "Mîmarê çareseriya demoratîk, aştî û siyaseta demokratîk Birêz Ocalan ji bo bêtir tevlî pêvajoye bibe wekî her carê biryar û baweriya xwe aniye ziman. Ji bo ku birêz Ocalan bêtir hêsê bide pêajoyê divê daxwazên hevdîtinê yên hemû saziyên sivîl ên civakî û beşên civakê ya bi Ocalan re bê qebûl kirin û Birêz Ocalan karibe bi hêsanî biher kesî re hevdîtin bike."
'KONFERANSA JINAN A ROJHILATA NAVÎN DÊ HÊZÊ BIDE PÊVAJOYÊ'
DOKH'ê di berewama daxuyaniyê de da zanîn ku, bi biryarin bêtir û bi hêzek xurt tir li dijî çanda tecawizê ya 5 hezar sal têbikoşin û wiha berdewam kir: "Dêkoşîna me dê li gorî paradîgmaya Demokratîk, ekolojîk û zayenda azadîparêz têxin meriyetê pêş bikeve. Em dê di 31'ê gulanê 1-2'ê Hezîranê de Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn pêk bînn. Ev konferans tê piştgiriyê bide pêvajoyê.
KONFERANSA 'DI PÊVAJOYA MUZAKEREYAN DE ROLA JINÊ'
DOKH'ê di berdewama encamnameyê de da zanîn ku, ew rol û erkek mezin didin Hewladan Jinê ya Ji bo Aştiyê û hemû saziyên jinan ên Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Di 14'ê Nîsanê de di pêşengiya Meclisa Jinê ya KCD'ê de dê li ser rol û mîsyona jinê ya pêvajoyê li Amedê 2'emîn civîn bê lidarxistin. Dîsa di 4'ê Gulanê de Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê bi mijara 'Di pêvajoya muzakereyan de rol û mîsyona jinê" konferans bê lidarxistin. Dîsa di pêşengiya HDK'ê de dê di 11-12'ê Gulana 2013'an de konferansa meclisa jinê bê lidarxistin. Em bi hevî û baweriya çareseriyê bang li hemû jinan dikin û dixwazin tev li pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan daye destpêkirin bimin dikin.
Di civînê de biryarên hatin stendin wiha ne:
"* Di pêvajoya avakirina makeqanûna nû de gav avêtina demokratikbûnê ferz û girîng dibîne.
* Ji bo di pêvajoya avakirina makeqanûna nû de bingehê hiqûqa jêrîn bê avêtin divê divê rêxistinên azadî û mafê jinê, mafê zarokan û mafên mirovan bên avakirin. Jin xwe wekî alî dibînin.
* Di pêvajoya muzakereyan de divê nûnertiya wekheviya jin û mêr esas bê girtin. Divê li dijî reda hikûmetê têkoşîn bê meşandin.
* Ji bo jinên Kurd ên bi zorê ji ser axa xwe û gundê xwe koç kirine dîsa li war û wargehên xwe vegerin divê hêza aborî bê dayîn û amadekariyên bingehîn bên kirin. Divê bi lezgîn pergala cerdevaniyê bi dawî bibe.
* Di vê pêvajoyê de herî zêde jinê êş kişandiye û bedelên mezin dane. Divê saziyên jinan, dayîkên aştiyê, xizmên windayan, malbatên Roboskiyê, MEYA-DER û saziyên din divê di derbarê pêvajoyê de bên agahdarkirin û agahiyê bidin.
* Divê heyeta Jinên Aqilmend bê avakirin û divê ji bo venertiyê çavdêriyê bikin."
* Piştî heyeta jinê hat avakirin dê bi gerîllayên jin re der barê pêvajoyê û paşvekişandinê de hevdîtin bikin.
* Ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk pêş bikeve lazime jin çalakî û xebatên xwe berdewam û zêde bikin.
* Divê kolektifên jinan bên avakirin.
* Divê bi karkerên jin ên çandiniyê re konferans bê lidarxistin.
* Divê di derbarê jinên ku ji Rojava hatine re hevdîtin pêk bîne. Divê heyetek jinan biçe Rojava û hevdîtinan bike.
* Divê heyeta DOKH'ê bê avakirin û bi jinên gerîlla re hevditin bike.
* Divê Rektora Zanîngeha Dicleyê ji ber bûyerên li zanîngehê 3 rojin didome îstifa bike.