DOKH: Di 3 mehan de 48 jin hatin qetilkirin
DOKH: Di 3 mehan de 48 jin hatin qetilkirin
DOKH: Di 3 mehan de 48 jin hatin qetilkirin
DOKH'ê diyar kir ku, di nava 3 mehên sala 2013'an de ji ber tundiya zilam 48 jin û 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 54 jin jî rastî tecawizê hatin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) têkildarî tundî, tacîz, tecawiz û cînayetên li dijî jinan pêk tên daxuyaniyekî nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di daneyên tundiya li hemberî jinê de yên li ber çavê dewletê her diçe kêm dibin. Lê di jiyana raste? Em dizanin ku ev yek ji xapandinê wêdetir tiştekî din nîne." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tenê bûyerên di çapemeniyê de hatin nîşandan di 3 salên destpêkê ên sala 2013'an 48 jin û 5 zarok rastî tundiya zilaman hatin û 54 jin jî rastî tecawizê hatin.
Li Amedê di nava 4 mehên dawî de jinên bi navê Hasret Daş (15), Zuhal Yaman (39), Besna Çelîk, Munevver Baykara (53), Meltem Ozdaş (22), Nazli Aydin (28), Denîz Bînen (28) û Fatma Atagun (15) hatin qetilkirin û qirkirina li hemberî jinê her roj zêde dibe û berdewam dike û wiha hate gotin: "Jin her roj bi kêran, çekan û xeniqînê tên qetilkirin. Di sûcên li hemberî jinan de gotinên dadê yên zilam mafdar dikin tundî bi destê dewletê tê rewakirin. Ji ber ku cezayên giran nadin qatilên jinan her roj jin tên qetilkirin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dewlet ji bo jiyana jinan tu tedbîran nagire û wiha hate destnîşankirin: "Ligel guherîna zagonan divê polîtîkayên dewletê û zagon rast bên bikaranîn. Divê mexdurên tundî û jinên din bin rîska mirinê de bên parastin. Em careke din tundiya li hemberî jinê şermezar dikin. Em dê li hemberî hemû cureyên tundiyê têkoşîna xwe bidomînin."