DMME Tirkiye ji ber gaza îsotê mehkûm kir
DMME Tirkiye ji ber gaza îsotê mehkûm kir
DMME Tirkiye ji ber gaza îsotê mehkûm kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza Abdûllah Yaşa yê bûyerên Amedê yên sala 2006'an de ji ber bombeya gazê ya polîsan li rûyê wî ket û birîndar bû, Tirkiye mehkûm kir. Di biryarê de hat destnîşankirin ku rewşa qanûnî ya ji bo bikaranîna gaza îsotê ya li Tirkiyê, ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Di biryarê de ji Enqerê hat xwestin ku rewşa qanûnî ya di vê mijarê de biguherîne.
DMME di doza Abdûllah Yaşa de 20 hezar Euro ceza li Tirkiyê birrî. Abdûllah Yaşa yê mexdûrê dijwariya Tirkiyê ye, di çalakiyeke li ser grêva birçîbûnê ya li girtîgehan de par hatibû girtin û li girtîgehê tê ragirtin.
Li Amedê, di merasîma cenazeyên 14 gerîlayên HPG'ê yên 28'ê Adara sala 2006'an de di şerê li bejahiya Şenyayla ya Mûşê de jiyana xwe ji dest dan, DMME bi sedema dijwariyeke bê sînor bikar aniye, Tirkiye mehkûm kir.
Di bûyerên ku weke "Bûyerên 28'ê Adarê" tên zanîn, ji ber fîşeka polîsan 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û Abdûllah Yaşa yê 13 salî jî ji ber bombeya gazê ya polîsan ji rûyê xwe birîndar bûbû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî doza Abdûllah Yaşa gihand encamê û Tirkiye bi dayîna 15 hezar Euro tazmînata maddî û manewî û 5 hezar Euro lêçûnên dadgehê bi giştî 20 hezar Euro mehkûm kir.
Ji ber rêyên huqûqa navxweyî xelas bûn, Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê doz bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku bombeya gazê ji ber ji nêz ve hatiye berdan û dikarî rê li ber mirin an jî birîndarbûyîneke cidî veke, helwesteke rast a polîsan nîne."
Bi vê tespîtê re DMME Enqere mehkûm kir ku bi rêbaza bikaranîna gaza îsotê re maddeya 3. a têkoşîna li dijî pêkanînên derveyî mirovahiyê û xerab ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hatiye binpêkirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê her weha di biryara xwe de xwest, qanûnên Tirkiyê yên der heqê bikaranîna bombeyên gazê de bên guhertin. DMME di dozê de Tirkiye bi tazmînata 15 hezar Euro tazmînata maddî û manewî û 5 hezar Euro lêçûnên dadgehê, mehkûm kir.
Alîkara wê demê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û parêzera malbata Yaşa Reyhan Yalçindag der heqê dozê de agahî da û got, "Di bûyeran de 7 jê zarok bi giştî 10 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û di ser re 7 sal derbas bûn. Li gel hejmareke zêde ya giliyan û hejmareke nayê jimartin delîlan, heta roja îro der heqê hêzên çekdar ên dewletê de tiştek nehatiey kirin û cezayekî bi tenê jî nehatiye birrîn. Gelek zarokên birîndar ên wê demê bi tesadufî xwe li jiyanê girtin, niha bi sedemên cûrbecûr di girtîgehan de ne."
Yalçındag bi vî rengî behsa bûyerên 28'ê Adarê kir: "Bajar veguherîbû dojehê. Piştî ku hat bihîstin 14 gerîla bi çekên kîmyeî hatine kuştin, gel herikî kolanan. Li hemberî vê nerazîbûnê, bi awayekî hovane û bê huqûqî bersiv hat dayîn. Dema em ji bo cenazeyên zarokên xwe bigerin diçûn morgan jî, hêzên çekdar ên Tirk bi çek û bombeyên gazê êrîş dikirin. Dosya ku îro DMME biryara wê da, ya Abdûllah Yaşa yê wê demê 13 salî bû, ye. Dema diçû malê, li êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê rast hat û bi tesadufî jiyana xwe ji dest neda. Weka parêzerên ÎHD'ê me gelek caran serî li dozgeriyê dan, lê ti encam bi dest nexistin. Berovacî, ji bo polîs mafdar were nîşandan, li hemberî zarokên mexdûr bi sûcdariya "dijderketina polîs" gelek doz hatin vekirin. Lê belê, di encama delîlan de mexdûran beraat kirin."
'YAŞA YÊ MAFDAR NIHA LI GIRTÎGEHÊ YE'
Yalçindag da xuyakirin ku ji ber rêyên hundurîn nemabû û ji bo darizandina kiryaran ti encam bi dest nexistin, wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û got: "DMME Tirkiye bi dayîna 20 hezar Euro tazmînatê mehkûm kir. Lê belê Abdûllah Yaşa yê mafdar hat dîtin, ji ber ku par mafê xwe yê civîn û xwepêşandana li ser grêvên birçîbûnê bikar anî, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya bi Erkê Taybet wezîfedar ve, bi 4.5 salan cezayê girtîgehê û 36.000 TL cezayê pere hat cezakirin. Yanî, tazmînata ji zarokê 13 salî yê birîndar bû re hat dayîn, bi cezayê pere yê ji ber "mafê xwe yê xwepêşandanê" bikar aniye, tê stendin. Abdûllah hînê li Girtîgeha Tîpa D tê ragirtin."