Diyar Xerîb: Çima Kurd daxwaza zagonekî yasayî dikin?
Diyar Xerîb: Çima Kurd daxwaza zagonekî yasayî dikin?
Diyar Xerîb: Çima Kurd daxwaza zagonekî yasayî dikin?
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê hikûmet bersiv bide pêşniyara KCK’ê û biryar ji parlamentoyê derbikeve ku gêrîla bikarin xwevekişînin dervey sînor. Xerîb destnîşan kir ku, ger Tirkiye bersiva van daxwazan nede dê bibe berpirsê şerê derbikeve û her wiha ev şer dê pir kûrtir bibe.
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb li ser pêvajoya nû ya çareseriyê ku Ocalan dayî destpêkirin bersiv da pirsên ANF’ê û nirxandinên girîng li ser pêvajoyê kir.
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê de hat beyankirin û KCK’ê jî di 23’yê adarê bi îlankirina agirbestê bersiv da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di wê demê de KCK’ê amadekariya xwe dikir ku hêzên xwe bikişîne dervey sînorê Tirkiyeyê. KCK’ê diyar kiribû ku ji bo vekîşandinê divê pêngav bên avêtin û gotibû divê di parlamentoyê de zagon bên amadekirin û li ser vê yekê nîqaşbên kirin, her wiha komisyonek ji kesên jîr û durist bê avakirin. Ev biryar didestpêkê de ji aliyê hikûmetê ve bi germî ne hat pêşwazî kirin. Di despêkê de hikûmeta Tirkiyeyê zext dikirin û digot, ev mijar ne pêwîste û digot, ev ne karê parlametoyê ye ev karê hikûmetê ye û wiha digotin: “Ger pêwîst bike dê hikûmet komisyonê ava bike. Di kombûna 25’ê adarê de hikûmeta Tirkiyeyê pêwîstî bi komisyonek bivî rengî ne dît û di 29’ê adarê de Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di bernameya taybet ya kanalek ya Tirkiyeyê de ragihand ku, pêwîste gerîla bê çek derbikevin derveyî sinor. Piştî demek zor hikûmeta Tirkiyeyê qebûl kir ku komisyonek bê avakirin û mijarê bibe parlamentoyê ev yek jî serkeftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK’ê ye.”
EV PÊVAJO OCALAN DA DESTPÊ KIRIN
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb destnîşan kir ku, ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin û wiha got: “Bê gûman em Kurd di şer de serkeftîne her wiha ev diyalog jî encamên serkefitina vî şerîne. Niha jî gelek dilsozên KCK’ê dibêjin divê ku KCK di vê pêvajoyê de hişyar be û baweriya xwe bi dewleta Tirkiyeyê neyîne. Divê demê de KCK’ê daxuyaniyên girîng da raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê. Bivê yekê agirbesta yek alî ji bo aştiyê zemîn daye avakirin. Bivê daxuyaniya xwe top avêtiye nava saheya Tirkiyeyê. Vê yekê dewleta Tirk xistiye nava du riyan û berpirsyartiyeke dîrokî. Ger ku Tirkiye bersiv nede û dawî li şer neyne dê dewleta Tirk bibe berpirsê berdewamkirina şer. Dema ku dawî li şer ne anîn wê demê dê gelê Kurd û KCK pêngavên girîng biavêjin û ew jî dê xebatên xwe yên ji bo şer bi hêztir bikin. Ger ku bixwazin ev şer bi dawî bibe pêwîste bersiva daxwazên KCK’ê bidin û erkê xwe yê divî alî de bînin cih. Vê jî zextek mezin li ser dewleta Tirkiyeyê çêkir. “
DAXWAZÊN KCK’Ê YÊN YASAYÎ MAQULIN
Xerîb di derbarê daxwazên KCK’ê yên di parlementoyê de zagon were çêkirin jî nirxandinên xwe kir û diyarkir ku, “Ev daxwaz daxwazên bi maqulin. Ne daxwazên wisanin ku di nava dewletekî ku xwe weke dewleta yasayî binav dike neyên pejirandin. Her wiha parlemento jî dezgeha derxistina zagonane. Dema ku dewletê xwest şer bike parlementoyê rol leyîst, pêwîste niha jî ji bo aştiyê rolê bileyîze. Mînak di demê bûrî de parlamentoyê biryara operasyonên dereveyî sinor dida û her wiha biryara bi cih kirina fuzeyên NATO’yê jî da. Ev yek jî maf dide KCK’ê ku li Parlametoya Tirkiyeyê garantiya zagonê bixwaze. Ji ber ku heya niha li Tirkiyeyê bê zagon KCK weke rêxistina terorîst binav di kir û hertim rewa didît ku polîs, leşker û asayîş li gel KCK’ê şer bike bêy ku tu guhertin werinkirin di dema bi cih ne anîna wan erkan de jî hesab jê dihat xwestin. Her wiha ger ku parlamento li ser vê yekê biryar nede, dibe ku dema gêrîla xwe divekêşe şerek mezin pêk were û dê di dawiyê de leşkerên Tirkiyeyê bi hevkariya hêzên derve êrîşî gerîla bikin, ji ber wê çendê pêwîstî bi zagonê heye divê ku biryar ne hikûmet parlamento bide. Ji ber ku hikûmet nikare biryara vê yekê bide. Ger ku hikûmet biryar bide û bawerî bi xwe bîne ku dikare biryara vê bide, ev jî ne xirabe lê belê ev gav nabe zagonî dibe gavekî demî. Dema ku hikumet hilweşiya dê ev zagon jî têkbiçe. Her wiha tiştên ku bi devkî têne gotin piştî demek şûnde dibe ku înkara wê were kirin. Ji ber wê çendê pêwîstî bi zagonekî yasayî heye.”
ÇIMA KURD ISRARA ZAGONEK YASAYÎ DIKIN?
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê Diyar Xerîb aşkera kir ku, dikare têkildarî vê mijarê çend mînakan ji dîroka Kurdan bide û wiha berdewam kir: “Li sala 1943’an dema ku Mela Mistefa Barzanî bi hevkariya Hizba Hîwa vegeriya Herêma Barzan û xwest têkoşînê bike, wê demê hikûmeta Birîtanya li Iraqê bû hikûmdar û di şerê cîhanê yê duwem de li hemberî Almanyayê teng bibû. Di vir de dixwest bi her awayî rê li pêşiya şer bigire. Bi vê armancê Macit Mistefa ku siyasetmedarekî Kurd bû, bû navbeynkarê Serokwezîrê wê demê yê Hikumeta Iraqê Nûrî Seîd û Mela Mistefa Barzanî de. Her wiha herdu aliyan jî navbeynkariya Macid Mistefa pejirand. Di wê demê de daxwaza kurdan ew bû ku sifata zagoniyê bigre û wezaretek taybet ji bo Kurd û doza wan pêkbîne. Dewleta Birîtanya ku perspektîf didan hikumeta Iraqê, amadebûn ku wezaretê dirust bike û Macid Mistefa jî kirin wezîr. Lê belê mijar ne birin parlamentoyê û sifatê zagoniyê nedanê. Piştî ku di şerê cîhanê yê duwem de Birîtanya li hemberî Almanya serkeft, Iraq, Îran û Tirkiye ket bin kontrola Birîtanyayê de. Di vê navberê de hikumeta Iraqê tê guhertin û ew zagona ku li Iraqê ji bo Kurdan hatî amadekirin careke din xirab bû. Ev tecrûbeyek ya Kurdan ku li başûrê Kurdistanê di navbera hikumeta Iraq û Birîtanyayê de. Vekişandina PKK’ê ji Bakûrê Kurdistanê ya sala 1999’an û helwesta dewleta Tirk jî ji bo Kurdan tecrûbeyeke. Mane di dema hikumeta Ecewît de jî di mijara xwevekişandina gêrîlayan de nerimbûnek çêbû, lê belê dema ku sala 2002’an hikumet hate guhertin û AKP’e hate ser hikum, her roja ku çû înkar û îmha kûrbû û polîtîkayên tunekirinê qirkirinê ketin dewrê. Ji ber van hemû tecrûbeyan KCK dixwaza zagon bê garantî kirin û biryar ji parlementoyê derbikeve.”