Divê rêya aşitiyê ji endamên şerê taybet bê paqijkirin

Divê rêya aşitiyê ji endamên şerê taybet bê paqijkirin

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Newroza Amedê de li pêşberî nêzî 2 milyon kesî peyama aştiyê da û li ser vê yekê Serokê Konseya Rêvebir yê KCK Murat Karayilan jî di 23 adarê de bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Piştî van geşedanan li Tirkiyeyê pêvajoyek nû dest pê kir. Li gel ku aliyê kurdan ev tişt hatin jiyandin, di heman demê de li Tirkiyeyê jî hin pêşveçûn hatin jiyandin. Piştî nîqaşan bi pêşengiya hikûmetê Heyetên Aqilmendanl hat avakirin. Lê hêj jî ji bo silametiya pêvajoyê û ji bo aştiyek bi rûmet û adîlane pêk were pêwîstî bi ‘Paqijkirina rê’ heye. Karayilan jî di guftoya ya bi Rojnamevan Hasan Cemal re kirî de behsa giringiya vê mijarê kiribû û bal kişandi bû ser zelalkirina‘Kuştinên Kiryar Nediyar’

Yek ji kelemên herî giring li pêşberî vê pêvajoyê hebûna hêzên şerê taybet e. Her çendî ku hinek alî hebûna van hêzan ji ne dîtî ve tên, lê bi zihniyeta wan ve paqişkirin weke pêşniyarekê ya aliyê Kurde ku heqîqeta wana bê lêkolînkirin û bê ronî kirin. Ev weke ruberubûna Tirkiye ya bi xwe xwe re tê nirxandin. Daxwaza  Gelê Kurd ewe, pêvajoya ku pêşberî Turkyê ye, ji bo bi tendurist bê derbazkirin û dahata wê bigre bin ewlekariyê, pêwîste şerê di van 35 salên dawiyê de,  lihimberî gelê Kurd hatî meşandin ku şer ji aliyê hinek hêzan ve  bi şêweyeke qirêş ji derveyî yasa û quralên nav netewî hatiye meşandin, bê rûnîkirin û ew hêzane bêne darizandin.

Bi taybetî, di çaryeka sedsa 20’an de, lihimberî gelê Kurd , hêzên şerê teybet  teroreke dewletê daye meşandin, îro jî li pêşberî navendeke ku aştiyeke demokratîk dixwaze were pêşxistin, kelama herî mezin pêktînin.  Ev hêzane, weke eniyeke şer, lihimberî gelê Kurd her pêkanineke dij mirovatî li ser bingehê konseptekê meşandin esas girtine.

Bê guman, çawan ku lingê vê konseptê yên leşkerî, siyasî, aborî û çapemenî heye, beşê rêvebirina wana jî heye. Yên weke Tansu Çîller, Doxan Gureş, A. Kadir Aksu, Mahmud Yildirim (Yeşîl), Mehmet Ağar û Unal Erkan, her yek rêvebir û pêkanînên vê konseptê yan jî rewşa taşeronan debûn. Ji ber vê sedemê darazandina van kesan merceke. Bi taybetî jî yek jî aktorê şerê taybet yê giring Unal Erkan derbazbuya wiya bi boyerên tarî ve tejiye.

Unal Erkanê  ku kordînatorê konsepta çeteya Çîller û Gureş ku di salên 1991 û 1995 li Kurdistanê îmhawarî dimeşand, pêvajoya 12 îlanê de jî dema faşîzm pêk di hat de jî, li Enqere yê li “Dal” ê li ser şoreşgeran bi kiryarên xwe yên dij mirovatî û îşkenceyan tê naskirin. Eviya dema  mudurê emniyeta îstenbûlbû, mudurê giştî yê emniyetê bû, walî bû û berdewama boyî wezîr de jî, boyerên tarî ku li ser gelê Kurd pêşxistî  şerê teybet vegerandiye teroreke dewletê ya sîstematîk

Mudurê giştî yê “Dal”ê Unal Erkan

Di pêvajoya 12 îlonê ku wê demê mudurê emniyeta Enqerê bû, ji bo kumirov xwe ji îşkencê xilaz bikin, xwe di qatên jor yên avahî yê de di avêtin xwarê û dimirin,  “ Dal” kiribû îşkencexaneyeke “ rewa” ku bi bîranînên xwe tê naskirin, belê di pêvajoya ku erkdar de lê mikur dibe ku tu kes ru be ruyê îşkencê ne hatiye, ev qas jî derbazbuya xwe înkar dike.

Erkanê ku di pêvajoya fasîsta 12 îlonê  de mudurê emniyeta Enqerê bû û dibeje, îşkence li tu kesê ne hatiye kirin, di wan salan heta pêvajoya walîtiya OHAL ê li gel kî bi kî re di têkiliyan debû;  bazirganiya ku li ser xwîn, rundikên çavan û zilmê ava kirî bi kîre rêvedibir, di vê pêvajoya têkiliyên gemar de çend hezar mirov hatin qetilkirin û çend hezar mirov bi darê zorê hatin koçkirin,ne yên runîkirin û ne yên darazandin pêvajoya ku pêşberî Turkyê ye wê çiqas bi tendurist bimeşe mijara nîqaşaye.

Unal Erkan, kadroyê dendik yê şerê taybet e

Unal Erkanê ku derbaz bûya wî bi boyerên tarî ve dagirtî, dema faşîzma 12 îlonê pêk hatî mudurê Emniyeta Enqerê bû. Di îfadeyên dayî komîsyona  derbarê sucên îşkenceya 12 îlonê de îdîa kir ku, di pêvajoya cûntayê de, tu yekîneyên girêdayî muduryeta emniyeta Enqerê de bi şêweyeke sîstematîk yan jî kesî îşkence li tu kesê ne hatiye kirin. Me jî li ser vê re di pêvajoya akademiya polîsan heta walîtiya OHAL ê de lêkolînek li ser Erkan kir.

Di vê pêvajoya di çareseriya pirsgirêka Kurd de, lêgerînên demokratîk tên meşandin de, di rojeva rayagiştî de, çeteyên weke “tîma xencer û otuken” ku derbazbuya wan nava dewletê de,  xwe dispêrin hêzên weke Jîtem, hêzên taybet, hîzbullah  ku hêzên şerê taybet avakirine. Di nava dewletê de, hebûna van hêzên tarî di demên derbaz bûyê de kiryarên wan yên tarî, di roja me de jî li pêşberî pêvajoyê kelema herî mezin çêdikin, famkirina wan di boyerên weke Karadenîz, Hatay û Kurdistanê de derketîn holê de ne zehmete. Ne tesedufe ku dirêjiya  komelkujiy  li Parîsê ji zude gihiştiye navnîşana Enqere ku hêzên taybet û şerê teybet amadekirine.

 Ji bo pêvajoya aştiyeke demokratîk pêkbê, yek ji hêviya raya giştî ewe ku boyerên tarî ku di pêvajoya 12 îlonê de li kurdistan û turkyê de ji aliyê hêzên şerê teybet ve hatîn meşandin bê rûnî kirin û darazandin.

Rêka Mamakê di Dalê de derbaz dibe!

Dema Unal Erkan di pêvajoya 12 îlonê mudurê emniyeta Enqerê bû,  yek ji navendên îşkenceya Turkê zîndana Mamakê, li gorî jimarên fermî 31 hezar girtî ketiye zîndana Mamakê û derketiye. Tevayî van mirovan, di jorên lêpirsînê yên emniyetê ku Erkan mudurê wê bû, û di wan lêkolînên navû deng yên Dal ê de derbazî Mamakê dibûn. Girtiyê bi navê Kamber Ateş  ji sedema piştî derbeya 1980 di emniyet ê de îşkence dîtibû û bibû şikayîtçû, yek ji dengê  wan 31 hezarane  ku jiyan kiriye. Doxan Eşlîk ku di pêvajoya derbeyê de ji ber ku li zîndana Mamake leşkerbû û bi fermana serbazan îşkence li girtiyan dikir û ji ber îşkence weke gunehek mirovatî didît û bi şêweyeke sîstematîk dihat meşandin. Rewşa derûniya wî têkçûye. Eşlîk dibêje, “Em ji mirovatiyê durxistibûn. Hêvî dikim ku yên min îşkence li wan kirî li min bi borin.” Bi vî rengî dixwaze ji wan kiryarên dij mirovatî ku ketibuye navde ji wê ezabê xilaz bibe.

Di analîza rojnamevan Yildirim Turker  ku di sergotara  “Waliyên Super” de, balê dikişîne ser kiryarên şerê taybet ên Unal Erkan ku li Kurdistanê, yên weke JİTEM, Hizbullah û di şebekeyên maddeyên hişbir de kiryarên tarî meşandiye dike. Turker behsa kiryarên çar salan yên dema Unal Erkan dike van daneyan dide; 17 hezar û 550 “kuştinên kiryar nediyar” şewitandin û valekirina 4 hezar gund  û koçberkirina bi darê zorê ya 4 milyon kurdan. Ev jimarana tenê yên tên zanînin. Îro di bingehê pirsgirêka civaka Kurdistan û Turkyê de yên weke çandî, siyasî, aborî û civakî de ev kiryarên dij mirovatî exlaqî heye.

Unal Erkan xwedî paşerojek qirêj e

Di lêpirsîna derbarê îşkenceyê 12 ê îlonê hatî meşandin de, her çendî Midurê Emniyetê Unal Erkan  dibêje ku di pêvajoya derbeyê de, di tu yekineyên girêdayî  Midûriyeta Polîsan a Enqerêde bi şêweyeke sîstematîk li tu kesê îşkence ne hatiye kirin jî lê, rastiyên dîrokê heman tiştan nabêje. Ew gotinên Erkan yên “bê gunehiyê” çi di demê erkdariyên weke Midûrê Polîsan, çi di demê walî de û çi jî waliyê “super” yê OHAL ê de mirov rastî îşkence, nêzîkatiyên xirap , kujtinên bê pirsyar û di şewitandina gundan de, wê bê gunehiyê nîşan nake.

Di herikîna nîvîsîna xwe de dîsan emê bal bikişînin ser sucên yên weke Unal Erkan ku bi şêweyeke rêxistinkirî û bi zanabûn; îşkence li  mirovan kirî, biryarên kujtinên kiryarên ne diyar, li hemberî mirovahiyê ketîn sucan, şewitandin û valakirina gundan û koçberiyên bi darê zorê hatîn kirin, bikîn.

Ji ber ku Unal Erkan û yekîneya wî ya şer bibûn sedemê , jiyankirina êş azarên dayka Berfo ku bêyî ku bigihê hestiyê kurê xwe çavê xwe li jiyanê girtî. Hîna jî dayîkên ku heman êşa dayka Berfo jiyan dikin û bi vê êş û azarê li tirbên  zarokên xwe yên ne diya digerin. Dîsan bi hezaran mirovên ku di îşkencê de seqet mayîn hîna jî xwîn ji birîna wan tên, mîsoger bi awayekê berdewam dikin.

Heta ku şahidên vê dîrokê zindîne, zilm û zoriya ku faşîzmê li Kurdistanê dayîn jiyan kirin, çendî bixwaze veşêre jî  nikare bibe gotina li pêşiya darazandina Unal Erkan.

Unal Erkanê ku ji aliyê dewletê ve tê parastin kî iye?

Hêzên Şerê taybet ku Tirkiye yê rêvedibin, her cûrekê daxwaziya mafê mirovan; bi şîdet, kuştin, çewisandin û  qetlîamê ruberû bû. Ji bo vê jî kadroyên taybet hatin perwerdekirin û van mirovan karê herî gemar li ser gelan bi şêweyeke herî bê rêhem dan meşandin. “Şexsiyetên” weke  Unal Erkan jî, rêvebirên piratîk yên  vî şerê taybet bûn. Gotina ‘Min ji wan re, bi van polîtîkayên xwe xwestin ku dahata gelê Kurd û Turk bixin bin îpotekan de.”

Her çendî Unal Erkan dibêje, ez di 1942’an de hatibim dinyayê jî, ne diyare ku gelo ka ew Tirkek hatiye qulipandine yan jî Kurdekî hatiye helandin e. Koka wî tariye û nayê zanîn ku ji ku ye ji kîjan qewmê ye. Rastiyek heye ku ji Osmaniyan heta niha, yên ku “koka” wan neyî, di anîn dixistin kadroyên dewletê yên har. Em hîna ne gihiştine encamekê gelo Erkan ji vê dabûnerîtê tê yan na, belê qulipandina wî û girtina wi ya di nava kadroyên şerê teybet de bi girtina wî ya di nava Akademiya Polîsan de destpê dike. Piştî ji Akademiya polîsan mezûn dibe, weke kadroyeke şerê teybet destpêkê mudurtiya emniyeta Enqere û Îstenbûl, Walîtiya Edîrne, Mudurtiya Giştî ya Emniyetê, Waliyê giştî yê OHAL’ê, di nava refên partiya DYP’ê  de weke parlementer û heta wezîrtiyê jî bi şêweyekê pir xêra hatiye erkdar kirin. Ew jî weke hempîşeyê xwe Mehmet Agar ku şirîkê hezaran operasyonane, ji bo ser boyerên wan yên tarî û gemar bên girtin, piştî ji wezîrtiya dewletê bi “ Mertalên veşartî yên destlênedanê” hatin pêçan.

Di demê wi ya de Tirkiye bû mehkumê DMM'yê

Unal Erkan ji jorên veşartî yên îşkenceya Enqerê despê dike heta yek ji aktorê herî giring yên şerê li Kurdistanê tê pêkanîn, ji akademiya polîsan destpê dike heta mudurtiya Enqere û Îstenbûlê, ji wir dibe Walî û waliyê herêma OHAL ê ku ji 11 herêman pêktê  bi erkên ‘super’ hatiye pêçandin, ji wir jî dibe parlementer û heta wezîrtiy ê rastî tu kelaman nayê, erkan ser erkan digre.

Raya giştî, Erkan di dema waliyê OHAL’ê bi kiryarên wi ya ku Tirkiye di Dadgeha Mafê Mirov ya Ewrûpa de dihat darezandin de naskir. Di nava 4 salên erkdar de, li Kurdistanê de, bi kuştinên kiryar ne diyar, revandina mirovan, kuştinên bê pirsyar, valekirina gundan û  koçberkirina Kurdan bi darê zorê ve bi kiryarên şerê teybet yên herî dij mirovî ve siyasetek helandinê meşand. Bi hezaran mexdurên ji ber kiryarên vî şerê teybet, bi daiwayên li dadgeha AHIM’ ê vekirin de, Tirkiye mehkumkirin. Erkan di nava kadroyên şerê teybetên dewletê de yên weke, Tansu Çiller, Abdulqadir Aksu, Mehmet Ağar, Hanefî Avci, Xeyrî Kozakçioğlu, Mehmet Eymur, Velî Kuçuk, Korkmaz Tağma, Cemal Temizöz, Arif Doğan û Mehmet Yıldırım (Yeşil)  di nava konseptekê de şer meşand.

Ji Objektîfên Rojnamevanekê Unal Erkan

Rojnamevan Yildirim Turker di 22’yê tebaxa 2011’an de di analîza ‘waliyên super’ de wêneyê Unal Erkan wisan digre; ‘Unal Erkanê ku di hilbijartinên 1995 weke parlementerê DYP ê yê Enqerê ketî parlemanê di sala 1992 an de bi bû waliyê giştî yê herêma OHAL ê. Ev ‘polîsê binirx’ jî ‘Yeşîlê şahê qetîlê welat perweran’ baş naskirinê jî xilazbû. Bi xwe xwe înkar dikir. Li hember îdîayên zilamê duyem yê Hîzbullahê ku di got ‘Her hefte me di JİTEM ê de civîn çêdikir, bi Cem Ersever le me meseleyên siyasî me nîqaş dikir’ heman xwînsariya xwe diparêze, zêde nêzîkî hebûna JİTEM ê jî ne dibû. Dema pirsa kuştinên kiryar ne diyar yên di dema ew waliyê OHALê de bu jê hate pirsîn bersiva ‘Ma ezê lê bi pirsim. Sêzde bajar hene’da. Di rapora MİT ê de, ‘ di rastiyê de  di bin serokatiya Unal Erkan de di asta jor ya kadroyên  mudurtiya Emniyetê de, bi cîhana jêr zemîn ya di Stenbol de nêzîk de têkiliya deye. Kordînatorê van têkiliyan ya herî jor şefê mêzeyê cînayetê emeklî Ahmet Ateşlî û arîkarê wî Mehmet Ağar bûn. Her wiha di hat  îdîa kirin kû di heman demê de, li pişt buyera îxracata xeyalî de ku navê Banker Bako derbaz dibû, hêzên Unal Erkan, Mehmet Ağar, Cevdet Saral û rêvebirên din yên di asta jor ya Muduryeta Emniyeta îstenbûlê de hebûn.

Avakerê tîma Xencer û Otukenaye

Hebûna kontrgerîla û çete yên di nava dewletê de yên weke ‘Tîma xencer’  xwe dispêrin wan çeteyên berê di nava dewletê de ku Erkan jî di nav de cih digirt. Erkanê ku cihê xwe di nava Gladiyo yê digirt û paşê jî di pêvajoya walitiya OHAL ê de, di avakirina JÎTEM, Hîzbul-kontra, çetetiya gundan û çeteyên cur be cur avakiriye, parastiye û karaniye. Ev di saziyên dadê yên navnetewî de jî bi belge û delîlan hatiye nîşa kirin. Bi giştî di pêvajoya walîtiya 13 bajarên Kurdistanê de, tiştên hatîn jiyankirin hebûneke sucê mirovatiyê ye. Rastîyên heyî pir û pir li ser jimarên ku Yildirim Turker dayî re îfade dike.

Li gel hemû van kirinên hovane, Erkan ji aliyê hêzên çete û şerê teybet yên dewletê ve tê parastin. Di 20 ê îlona 1992 de, li ser kuştina Musa Enter Unal Erkan li gel rojnamevanekê di daxwîyanî ku ‘Ez nasnameya qatîl dizanim bes ez diyar nakim’ kirî de, çawan dewlet qatîlan di parêze û çawan li pişt wan diraweste bi şêweyeke aşkera û berçave.

Li cihê encamê Tirkyê wê bi van rastiyan re rû bi rû bibe?

Hêza şerê teybet ku Unal Erkan jî di nav de cih girt, di çarçaweya OHAL ê de, di cihên nîştecihbûnê de, bi deh hezaran kiryarên xirap û îşkence hatin jiyan kirin. Ji vana ragihandina sucê  hezar û 275 ê hate kirin. Derbarê van gunehbaran de lê pirsîna hezar û 177 hate kirin. Ji sedema nêzîkatiya dij mirovî ya heta pîsatiya mirovan li mirovan dayîna xwarin  ji hezar û 77 erkdaran doz li himber 296 kesan hate vekirin. Ji van dozan dema ku 60 jê bi mehkumbunê encam girtî, dayîna siza ya 56 kesan hate paşxistin.  Ev li gorî yên ku fermî hatine girtin (ji derveyî fermiyetê pir zêdetire jî)  di pêvajoya OHALê de 55 hezar û 371 kes hatin binçavkirin. Ji vana 42 hezar 795 kes hate darazandin  û ji van jî 4 hezar û 799 kesan ceza xwar. (kuştinên bê pirs û bersiv ne di nav vê jimarê de ye). Ji ber gunehê terorê hezar û 131 zarok hatin darizandin. 70 çete-kurucî yên ku ji aliyê dewletê ve hatîn bi çekkirin, tenê li gorî daneyên fermî yên serokê artêşê  (ya rastî pir jorî vana ye) 4 hezar kesên kurucî; ji kuştinê heta talanê, ji şewitandina gundan heta tecawizê tevlî bi sedan guneh bune. Gelê Kurd di rojên ku gundên wan bê pirs û lêpirsîn hatin şewitandin, mirovên wan ku ji xaka hatin derxistin, cûr be cûr îşkeceyê ku hatîn pêkanîn, bin axkirinên komî ku ew dirêjiyên dewletê pêk anîn, avêtina mirovê kurd di binê bîran de û bi hezaran kiryarên weke vana re derbaz bû.

Unal Erkan û hevkarê gunehên wî bi van kiryaran xwe ji neçareseriya roja me ya îro re bûne çavkanî. Di roja îro ku Tirkye bi xwe li çareseriya xwe di gere de, li cihê paketên yasayên nû, di vê weke ku aliyê Kurd jî li ser di sekine ji bo rastiya heqîqeta derbikeve holê, Tirkye bi derbazbuyê xwe re ru be ru bibe mirovên ‘super’ yên tarî bên derxistina pêşberî dadgehê û hesap bidin. Ji ber ku dewletê jî ev şêweyên kiryaran  girtiye bin biryaran  ji mexduran lêborînê bixwaze,  zerer û ziyana wan ya maddî û rewanî bide.