"Divê êdî hukûmet sozên daye pêk bîne"

"Divê êdî hukûmet sozên daye pêk bîne"

'Bûyerên 15-20 rojên dawî li Tirkiyê qewimîn bûn sedem ku enfeksiyon bi pêvajoyê bikeve. Serokwezîr li pêşberî raya giştî diyar kir ku ewê gavên demokratîkbûyînê biavêje.' Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi van gotinan bang li hukûmet kir ku êdî berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih bîne.

Piştî civîna ji bo bicihanîna biryarên "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" pêk hat, Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derket pêşberî çapemeniyê û bersiv da pirsên li ser hevdîtina wan a dawî li Îmraliyê û rêveçûna pêvajoyê.

Demîrtaş da xuyakirin k weke partî, ew ji destpêka pêvajoyê ve di nava hewldanên pêşîvekirina li rêveçûna pêvajoyê de ne û got, "Bûyerên di nava 15-20 rojên dawî de li Tirkiyê qewimîn, hinek enfeksiyon bi pêvajoyê ve kirin. Ziman û daxuyaniyên berdevkên hukûmetê û serokwezîr, nêzîkatiya li bûyerên Gezî, helwesta polîsan a li dijî jin, ciwan û zarokên li kolanan, helwesta dadgeriyê, biryara dadgehê ya li ser komkujiya Roboskî, cezakirina malbatên Roboskî bi pereyan, bernedana girtiyên ji doza KCK'ê yên dema xwe ya girtinê temam kirine, çêkirina qereqolan, zêdekirina hejmara cerdevanan, ev hemû li gel me rê li ber fikaran vekir ku gelo dewlet piştgiriyê dide vê pêvajoyê yan na. Pêvajo hinekî tengav bû. Ji ber ku di vê demê de diviyabû hukûmetê mesajên xurt ên ji bo siyaseta demokratîk û demokratîkbûyînê bida, lê berovacî ev tengavî rû dan. Em di wê baweriyê de ne, ku ev tengavî wê çareser bibe. Em derbasî qonaxa duyemîn dibin. Divê êdî hukûmet ji bo siyaseta demokratîk helwesteke zelal nîşan bide. Emê jî piştgiriyê bidin vê. Her ku hukûmetê ji bo demokatîkbûyînê gav avêt, emê jî ji bo selametiya pêvajoyê di warê polîtîk de piştgiriyê bidin."

"DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN WERIN BAŞKIRIN"

Demîrtaş der heqê pirseke li ser guhertina hucreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev bersiv da; "Birêz Ocalan berê li cihekî dihat ragirtin, lê mixabin di çend salên dawî de ew ji wir derxistin û xistin hucreyeke teng. Li gorî qanûnan ên bi tenê cezayê tecrîdê lê hatibe birrîn, dikarin li wan hucreyan bên ragirtin. Ji ber vê yekê, ragirtina Ocalan li wê hucreyê ji xwe ne rast e. Niha, hem li gorî pêvajoyê hem jî li gorî qanûnên heyî, divê veguheste cihê divê lê be. Hîn derbas nebûye, lê ez bawerim wê hukûmet û Wezareta Edaletê bi awayekî erênî nêzî vê mijarê bibin. Ew girtîgehek di bin berpirsyariya Wezareta Edaletê de ye. Wezareta Edaletê biryar dide ku li wê derê çend mehkûm hene, kî divê li wir bin, sewq wê bibe yan na. Ev ne tiştekî nayê kirine. Eger li her girtîgehê sewq tê kirin, li her girtîgehên li Tirkiyê sewq û bicihkirina mehkûman tê kirin, ev yek dikare li Girtîgeha Îmraliyê jî bibe. Ev ne li dijî qanûan e. Lê pêşketineke berçav a me bihîstiye, tineye."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş der heqê krîza ji ber çûyîna şandeyê re ragihand, ku ji ber navên di şandeyê de ji aliyê hukûmetê ve gelekî hat nîqaşkirin û dest li şandeyê hat werdan, wan helwest nîşan dane û destnîşan kir, ku ji bo wan a girîng rêveçûna pêvajoyê ye, lewma pirsgirêka şandeyê çareser bûye.

"QONAXA DUYEMÎN, VEKIRINA RÊYÊN SIYASETA DEMOKRATÎK E"

Demîrtaş li ser qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de anî ziman ku destûra bingehîn a nû dibe ku di qonaxa duyemîn de bi giştî temam nebe û got, "Qonaxa duyemîn tê wê wateyê ku rêyên siyaseta demokratîk bên vekirin û ji bo siyaseta demokratîk qanûnên ewlekirinê bên derxistin. Naxwe, çareseriya ji sedî sed a pirsgirêkê, di qonaxa duyemîn de pêk nayê. Çek li derve dimîne, têkoşîna bi rêbaza siyasetê dikeve dewrê. Ji ber vê yekê divê destê siyasetê bê xurtkirin. Pêwîste pêşî li siyasetê were vekirin. Qonaxa duyemîn, qonaxa pêkanîna vê ye. Qonaxa duyemîn hînê nû destpê kir. Divê mirov reşbînî nebin. Lazime herkes bi hev re bixebite. Ji bo demokratîkbûyîn bi lez pêk were, pêwîste hemû hêzên demokrasiyê dixwazin li dora daxwazên hevpar bên cem hev. Wer xuyaye hukûmet wê van rojan daxuyaniyekê bide. Serokwezîr di civîna doh a koma partiya xwe de ragihand ku wê di nava rojek du rojan de nexşeya xwe ya rê eşkere bike. Demokratîkbûyîna hukûmetê eşkere bike, hem perçeyek ji pêvajoyê ye hem jî pêdiviyek demokratîkbûyîna Tirkiyê ye. Hukûmet divê vê bike. Bila ev yek weke sozek tenê ji bo Kurdan hatiye dayîn, neyê fêmkirin. Di hilbijartinan de soz da. Di kongreyên partiyê de soz dan. Serokwezîr li pêşberî raya giştî diyar kir ku ewê gavên demokratîkbûyînê biavêje. Divê hukûmet van sozên xwe bicih bîne."