'Divê cejna Qurbanê weke cejna berxwedanê bê pêşwazîkirin'

'Divê cejna Qurbanê weke cejna berxwedanê bê pêşwazîkirin'

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê bang li tevahiya gelên ji çand û baweriyên cuda yên li Rojhilata Navîn kir ku Cejna Qurbanê weke cejna berxwedanê pêşwazî bikin.

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê bibîr xist ku li dijî êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê, YPG û HPG'ê xwe avêtine nava agir û bi sed hezaran mirov rizgar kirine û got, "Dema ev yek kir, cihêkarî nexist navbera Êzidî, Xiristiyan, Sunnî, Şîa, Kurd, Tirkmen, Ereb. Ev helwest, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhana Rojava, di wicdanê her mirovê xwedî exlaq de cihek ji tevgera me re vekiriye. Kampanyayên reşkirinê yên TC 30 sal in li hemberî tevgera me dike, bi vê yekê re ji holê rabûye, bûye xwelî. Êrîşên li dijî Kobanê jî ber vê zêde bûne û bi van êrîşan re îtîbara tevgera me û hêviya gelan hedef hatiye girtin."

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Cejna Qurbanê di demeke girîng a li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê pêşwazîkirin û destnîşan kir ku çanda baweriyan û gelên li Kurdistanê, bi êrîşên giran ên modernîteya kapîtalîst û paşevrûtiya herêmê ku serkêşiya wê Tirkiye dike re rû bi rû ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê ku çeteyên DAIŞ'ê li ser navê van hêzan li Kurdistanê dimeşîne, li dijî biratî û aştiya navbera nasnameyên baweriyan û gelan tê meşandin, ku ev biratî û aştî ji aliyê tevgera me ve bi hesasiyeteke mezin hatiye parastin û pêşvebirin. Rasthatin nîne ku ev êrîş li dijî kantonên Rojava yên ku ev aştî û biratî lê vediguhere sîstemekê, tên kirin. Ev hêzên mijara gotinê, jiyana biratiyê ya li ser bingeha demokratîk a nasnameyên baweriyan û gelan, li dijî hebûna xwe weke gefekê dibînin. Ji ber ku van hêzan desthilatdariya xwe her tim li ser dijminatiya navbera nasnameyên baweriyan û gelan, bi şerê navbera van de dane rûniştandin û dewamkirin."

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê diyar kir ku operasyona YPG û HPG'ê ya rizgarkirinê ya li Şengaê, ku hêzên parastina aştî û biratiya çand, bawerî û gelan e, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li gelemperiya Rojhilata Navîn veguherandiye hêviya her kesî û got, "Hêzên herêmî û cîhanê yên bi gewretiya xwe pesnê xwe didin, ji dûr ve li komkujiyên barbarî yên li Şengalê temaşe kirine. Lê YPG û HPG'ê xwe avêtine nava agir û bi sed hezaran mirov rizgar kirine. Dema ev yek kir, cihêkarî nexist navbera Êzidî, Xiristiyan, Sunnî, Şîa, Kurd, Tirkmen, Ereb. Ev helwest, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhana Rojava, di wicdanê her mirovê xwedî exlaq de cihek ji tevgera me re vekiriye. Kampanyayên reşkirinê yên TC 30 sal in li hemberî tevgera me dike, bi vê yekê re ji holê rabûye, bûye xwelî. Êrîşên li dijî Kobanê jî ber vê zêde bûne û bi van êrîşan re îtîbara tevgera me û hêviya gelan hedef hatiye girtin."

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê diyar kir ji çeperên şer heta serhildanan berxwedana bi heybet a gel û bawerî li dar dixin ku êrîş paşde xistin, di wijdanê mirovatiyê de êrîşkar têk birin û wiha dewam kir:  Êrîşkar ku ketine nav tirsa nixumandina pêwendiyên xwe yên qirêj ên derveyî exlaq û bi xwîn, rûmeta berxwedanê ji aliyê hemû gelan û baweriyan ve bi serbilindî tê parvekirin. Berxwedan ku li her roj û her cihî belav dibe, dibe nirxekî pîroz. Ji ber em ê di nav pîroziyê de yan jî di nav qirêjiê de bijîn wê di encama vê têkoşînê de diyar bibe.

Helwesta li gor ol, exlaq û wijdan bihêzkirina vê berxwedanê û mezinkirina wê ye. Cejna Qurbanê jî ancax li gor cewhera xwe wiha bê pêşwazîkirin.  Lewma di serî de li Kurdistan em bang li tevayî gelên li Rojhilata Navîn xwedî çand û nasnameyan dikin da ku Cejna Qurbanê wek Cejneke Berxwedanê pêşwazî bikin, em tevayî gelê me yê li ber xwe dide bi rêz û hurmet silav dikin.”