'Divê agirê serhildanê bê gurkirin'

'Divê agirê serhildanê bê gurkirin'

YDG-H/YDGK bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku xeyalên AKP'ê yên li ser Kobanê şikestine û gotin, "Di serî de li Kurdistanê divê li tevahiya bajarên Tirkiyeyê bi ruhê Arîn Mîrxan agirê serhildanê bê gurkirin."

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz/Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H/YDGK) di baxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku dewleta Tirk hewl daye sebra Kurdan bipîve. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya serhildanan û ev xal hat destnîşankirin: "Rewş û bûyerên dawî yên qewimîne nîşanî tevahiya cîhanê dane, ku divê ti hêz sebra Kurdan tecrûbe neke. Rastiya gelê Kurd têkiliya xwe ya dîrokî ya bi agir re careke din nîşan daye û destnîşan kiriye ku yê şaş nêz bibe, ew ê bişewitîne. Li dijî hovîtî û xeteriya komkujiyê ya tê xwestin li Kobanê bê kirin, serhildanên şoreşê li Bakurê Kurdistanê pêl bi pêş belav bû, dijmin dorpêç kir û perspektîfa pêwîst daye dost û dijminan ku divê bi çi rengî nêzîkatî li Kurdan bê kirin.

Hevkar û dewleta AKP'ê ku nûnerê dawî yê saltanata bazirganan e, bi baldariyeke mezin li benda têkçûna Kobanê bûn. Lê van derdoran li pêşberî berxwedana şoreşger a bêsînor a gel careke din neçar mane bibînin bê serhildan çi ye, bi taybetî jî lehengiya ciwanên Kurd dîtine. Lê divê bazirganên AKP'ê baş bizanibin, ku heta mejiyê wan ê polîtîkaya erzan diafirîne neguhere, wê her devera Kurdistanê li dewleta AKP û alîgirên wê bibe dojeh û bi şewitîna di nava agirê serhildanê de wê bi vê rastiyê bihesin, fêm bikin."

'DIVÊ KOLAN BIBIN ARÎN MÎRXAN'

YDG-H û YDGK dan xuyakirin ku heta ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam were ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û gotin, "Heta ku ji Rêber Apo mesajek bi dîmen bê, divê kolan neyên valakirin, her der li mêtîngeriyê bibe dojeh. Heta mêtînger ji xaka Kurdistanê bê qewirandin divê razanek bi dilrehetî nebe û heta em xwe bigihînin şerefa tacîdarkirina serhildanan bi şoreşê, pêwîste mîna çeperên li Kobanê çeperên li bajaran jî li dijmin bên tengkirin. Bila her kes baş bizanibe, hedefa me ya esasî dewleta AKP'ê ya koledariyê li ser Kurdan ferz dike, saziyê dagirker, dibistanên ku biryargehên asîmîlasyonê ne û karmendên nobedariya mêtîngeriyê dikin e. Ji bilî vê yekê divê neyê lîstika polîtîkayên şerê taybet ê bi provokasyonan re hewl tê dayîn rewş berejevajî bê nîşandan, divê hedef dijmin be. Hilweşandina bustan û şewitandina alan jî hewldanên provokasyonê yên heman biryargeha şerê taybet e û ti eleqeya xwe bi me re nîne."

Di serî de jinên ciwan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê hat kirin û hat gotin, "Agirê Kobanê heta bi metropolên Tirkiyeyê nekeve û bi serhildanên şoreşê yên li Kurdistanê re tacîdar nebe, wê venebimire, wê nefesek rehet neyê girtin. Li ser vê bingehê ji Amedê heta Botanê, ji Serhedê heta metropolên Tirkiyeyê her ciwan divê bi mîrateya berxwedanê ya fedaî ya rêhevala Arîn Mîrxan agirê serhildanê gur bikin û weke şoreşgerên şoreş kirine cihê xwe di îrokê de bigire."