Dîplomatên Siûdî vegeriyan welatê xwe
Krîza navbera Îranê û Erebîstana Siûdî derbasî qonaxeke nû bû. Dîplomatên Siûdî yên li Îranê wezîfedar, vegeriyan welatê xwe.
Krîza navbera Îranê û Erebîstana Siûdî derbasî qonaxeke nû bû. Dîplomatên Siûdî yên li Îranê wezîfedar, vegeriyan welatê xwe.
Rêveberiya Siûdî, piştî şewitandina avahiyên sefaretxaneyên xwe yên li Tehran û Meşedê, bang li nûnerên xwe yên li Îranê kiribû, ku vegerin welêt. Dîplomatên Siûdî yên vegeriyan welêt, duh êvarê li Riyadê bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin.
Piştî ku Erebîstana Siûdî lîderê olî yê Şîa Ayetûllah Nemr Bakir en-Nemr îdam kir, komên bi hêrs ên li Îranê Sefaretxaneya Siûdî hedef girtibûn.
Li gorî çavdêrên siyasî, qutbûna têkiliyên dîplomatîk di navbera Riyad-Tehranê de, wê bibe sedem ku krîza heyî mezintir bibe. Lê belê her du welatan soz dan ku ev krîz wê bandorê li muzakereyên ji bo Sûriyeyê neke.